Jinên xebatkarên şaredariyên herêma Efrînê bi boneya 25`ê Mijdarê daxuyaniyek da

Jinên xebatkarên şaredariyên herêma Efrînê bi boneya 25`ê Mijdarê, daxuyaniyek da û bang li hemû rêxistinên jinan kir ku ji bo avakirina civakeke demokratîk têkoşînê berdewam bikin.

Jinên xebatkarên şaredariyên herêma Efrînê bi boneya 25`ê Mijdarê daxuyaniyek da
19 mijdar, 2020   13:22
ŞEHBA

Bi dehan jinên xebatkarên şaredariyên kantonên Efrînê û Şehbayê li pêşiya Desteya Şaredariyan a li gundê Til Sosin a kantona Şehbayê kom bûn û pankertên "Na ji kuştina jinan re" rakirin.

Endama şaredariyê Silwe Hemed bi zimanê erebî û cîgira hevseroka Şaredariya Navçeya Ehresê Balde Şêxo bi zimanê kurdî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hewldanên dewletên kapîtalîst ên şikandina vîna jinên azad û tunekirina dîroka wan bi rêbazên sîstematîk, hatin redkirin.

Her wiha rola dîrokî ya jinan ku bi saya wan şaristanî hatin avakirin û her tim hewl dan aştiyê pêk bînin û civakeke ku tê de pîvanên exlaq û wekheviyê ava bikin, hate bibîrxistin.

Jinan di daxuyaniya xwe de îşaret bi tundiya li dijî jinan kir û bi taybetî li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de û wiha hate gotin: "Di dîrokê de jin rastî gelek cureyên êşkence û tundiyê hatine. Tevî ku gelek qanûn û peymanên navneteweyî yên ji bo bidawîkirina tundiya li dijî jinana hatina derxistin jî, lê belê armancên tên xwestin nehatin bidestxistin. Hîna jî li gelek welatên cîhanê jin rastî hemû cureyên tundiyê tên."

Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji bo bidawîkirina tundiyê û çareserkirina pirsgirêkan, gelek saziyên jinan û cihên perwerdeyê li bajar û herêmên Rojava hatin avakirin û li ser bingehê fikrên azad jinan xwe bi rêxistin kir. Her wiha hêzeke leşkerî ya taybet bi jinan hate avakirin ku ji xwe re mêrasê têkoşînê yê jinan ê zêdetirî 40 salan kir bingeh.

Her wiha bang li hemû rêxistinên jinan kirin ku ji bo avakirina civakeke azad û demokratîk, têkoşînê dewam bikin.

(cx)

ANHA