Parêzerên rêber Ocalan ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriyê dan

Ji bo hevdîtina bi rêber Abdullah Ocalan re ku li girava Îmraliyê tê ragirtin, parêzer Newroz Ûysal, Cengîz Yureklî, Mazlûm Dînç û Faîk Ozgur Erol serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Parêzerên rêber Ocalan ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriyê dan
19 mijdar, 2020   12:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê 23'ê Îlonê 'nexşeya rê' ya ku Rêberê Gelê Kurd sala 2009'an ji bo parêznameya xwe ya li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê amade kiribû, kir hincet û 6 mehan hevdîtina bi parêzeran re li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qedexe kiribû.

(cx)