Artêşa Tirk li nêzî Eyn Îsayê baregehekê ava dike

Çavkaniyên leşkerî diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker di çarçoveya xurtkirina hêza xwe ya li herêmên dagirkirî de, dest bi avakirina baregeheke leşkerî li nêzî rêya M4 kiriye.

Artêşa Tirk li nêzî Eyn Îsayê baregehekê ava dike
19 mijdar, 2020   12:01
 EYN ÎSA

Çavkaniyên leşkerî îro piştrast kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, li nêzî gundê Seyda yê bakurê Eyn Îsayê baregeheke leşkerî çêdike.

Li gorî dîmenên ku hatine bidestxistin, baregeha leşkerî ya nû bi nêzî rêya M4 e.

Avakirina baregeha leşkerî piştî 2 rojan ji topbarankirina taxên bakurê bajarokê Eyn Îsayê, pêk tê.

Baregehên leşkerî yên dewleta Tirk ku nû li herêmên dagirkirî hatine avakirin, li ser dirêjahiya eniyên şer ên bi Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) belav dibin. Piraniya wan li nêzî bajarokê Til Temirê, Zirganê û derdora Serêkaniyê ne.

Di wan baregehan de radar û alavên şopandinê tevî bi sedan leşker, wesayîtên leşkerî û çekên giran hene. Artêşa Tirk a dagirker ji wan baregehan êrişî gund û bajarokan dike.

(şx)

ANHA