Karwanekî artêşa Azerbêcanê ket gundên Qerebaxê

Îro Hêzên Parastina Aştiyê yên Rûsyayê tevî karwanekî artêşa Azerbêcanê ji bajarê Şûşa ber bi gundekî herêma Qerebaxê ve kete rê.

Karwanekî artêşa Azerbêcanê ket gundên Qerebaxê
19 mijdar, 2020   11:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Tass ku agahiyên xwe spart fermandariya Hêzên Parastina Aştiyê yên Rûsyayê ragihand ku karwan ji 3 erebeyan tevî kesên bêçek û panzêran ên girêdayî Hêzên Parastina Aştiyê, pêk hat.

Cîgirê fermandarê koma Hêzên Parastina Aştiyê yên Rûsyayê Aleksey Polokhovîç ji rojnamevanan re piştrast kir ku agirbesta li Qerebaxê berpirsyariya Hêzên Parastina Aştiyê yên Rûsyayê ye û divê her du aliyên şer pêk bînin.

Demeke berê Hêzên Parastina Aştiyê yên Rûsyayê li gorî lihevkirina agirbestê ya sêalî di navbera Azerbêcan, Ermenistan û Rûsyayê de li dirêjahiya xeta şer û korîdora Laçîn a ku Qerebax bi Ermenistanê ve girê dide, hatin belavkirin.

(şx)

ANHA