​​​​​​​Artêşa Tirk a dagirker li Efrînê sivîlek bi panzêrê kuşt

Artêşa Tirk a dagirker li Efrînê bi zanabûn bi panzêrê pê li zilamekî û hevjîna wî kir. Di encamê de zilam jiyana xwe ji dest da û hevjîna wî jî bi giranî birîndar bû.

​​​​​​​Artêşa Tirk a dagirker li Efrînê sivîlek bi panzêrê kuşt
19 mijdar, 2020   11:17
ŞEHBA

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên ji hundirê Efrînê hatine bidestxistin, panzêreke leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker bi zanabûn pê li zilamekî û hevjîna wî kir ku li ser rêya Cindirêsê berê xwe didan gundê xwe. Di encamê de zilamê bi nave Kemal Nebû jiyana xwe ji dest da û hevjîna wî bi giranî birîndar bû.

/kr/uploads/files/2020/11/19/112116_shehba-ceten-turik-sivilk-ji-efrin-kustin.webp

Çavkaniyan diyar kir ku Kemal Nebû ji şêniyên navçeya Cindirêsê ye û tevî hevjîna xwe ji navenda navçeyê berê xwe dida gundê Hemamê.

Ev ne cara yekemîn e ku artêşa Tirk a dagirker bi zanabûn pê li sivîlan dike. Di 20`ê Cotmeha borî de jî panzêreke artêşa dagirker pê li 2 zarokan kiribû, di encamê de zarokekî jiyana xwe ji dest dabû û yê din jî bi giranî birîndar bûbû.

(cx)

ANHA