Çeteyên dewleta Tirk li Mabatayê 4 kes revandin

Çeteyên polîsên leşkerî yên artêşa Tirk a dagirker 4 welatiyên ji navçeya Mabata ya Efrînê revandin.

Çeteyên dewleta Tirk li Mabatayê 4 kes revandin
19 mijdar, 2020   10:02
ŞEHBA

Çavkaniyan ji navçeya Mabata diyar kir ku çeteyên polîsên leşkerî duh 4 welatiyên ji gundê Badîna yê navçeya Mabata revandin.

Li gorî çavkaniyan, navên kesên hatine revandin, wiha ne; Henan Şaban, Ehmed Horo, Loqman Mihemed û Mihmed Sîdo û hîn jî çarenûsa wan ne diyar e.

Çarenûsa bi sedan şêniyên Efrînê yên revandî ne diyar e û 18`ê Adara 2018`an ve artêşa Tirk a dagirker sûcên revandinê berdewam dike.

(eh)

ANHA