HRE’yê li dagirkeran da: 9 çete hatin kuştin

Di çalakiyên HRE’yê yên di navbera 11 û 18’ê Mijdarê de li herêma Efrînê ya dagirkirî herî kêm 9 çeteyên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin, çeteyek jî birîndar bû.

HRE’yê li dagirkeran da: 9 çete hatin kuştin
19 mijdar, 2020   08:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê têkildarî çalakiyên xwe yên dawîn agahî parve kirin.

HRE’yê wiha diyar kir: “Li hemberî qirkirin û asîmîlasyona ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser gelê me yê Efrînê dimeşîne, çalakiyên me yên tolhildanê berdewam dikin.”

HRE’yê destnîşan kir ku 3 çalakî li dijî çeteyên artêşa Tirk a dagirker li dar xistine û ev agahî dan: “Roja 11’ê Mijdarê li gundê Erebwêran ê navçeya Şera hêzên me li hember çeteyên dagirker çalakiyeke sabotajê li dar xist. Di encama vê çalakiyê de 2 çete hatin kuştin, 1 çete jî birîndar bû.

Roja 12’ê Mijdarê li gundê Erendê yê navçeya Şiyê hêzên me li hemberî çeteyên dagirker çalakiyek li dar xist. Di encama vê çalakiyê de 2 çete hatin kuştin.

Roja 18’ê Mijdarê li herêma Efrînê hêzên me li hember çeteyên dagirker çalakiyeke sabotajê li dar xist. Di encama vê çalakiyê de herî kêm 5 çete hatin kuştin. Wesayitek hat îmhakirin.”

Her wiha di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dê li hemberî dagirkeran çalakiyên HRE’yê yên tolhildanê bênavber berdewam bikin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/CPWH2KOfV40" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>