ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19- 11-2020`AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19- 11-2020`AN
19 mijdar, 2020   00:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Meclisa navçeya Dirbêsiyê û Komîteya Jinan a Kantona Hesekê bi boneya Roja Zarokan a Cîhanê şahiyan li baxçeyên Cîhana Zarokan li dar dixin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- DAIŞ ji tevgerîna şaneyên veşartî yên cihêreng li gundewarên Dêrazorê sûdê werdigire, da ku xwe ji nû ve li herêmên rizgarkirî geş bike. Bi wê re jî berdevka Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê da zanîn ku tunebûna teknolojî û alavên leşkerî yên pêşketî û firehbûna erdnîgariya Dêrazorê ya beyarê li hemberî têkbirina şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê dibe asteng. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Nivîsgeha Parastina Zarokan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê giliyan bi rêya nivîsgehên xwe yên şaxî werdigire û lêpirsînê çêdike, her wiha nivîsgehê bi hevkariya bi QSD’ê re 4 ciwanên temen biçûk li malbatên wan ên li Hesekê û Qamişlo vegerandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Henna Somî piştrast kir ku perspektîvên rêber Abdullah Ocalan rêya tekane ya xilasiya Rojhilata Navîn ji aloziyên heyî ye. Her wiha destnîşan kir ku desthilata Tirk ji ber tirsa ji belavbûna fikrê wî û projeya netewa demokratîk tecrîdê girantir dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hevserokê Desteya Aborî ya Herêma Efrînê embargoya ku hikumeta Şamê li ser koçberên Efrînê yên li Şehbayê ferz kiriye bi tundî şermezar kir û  destnîşan kir ku ji ber kiriyarên hikumetê zemîna li Sûriyê ji bo vegera koçberan ne amade ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Kurdên li Rojava bang li aliyên siyasî yên ku di nav dan û standinan de ne kir ku di zûtirîn dem de nêrînên xwe yên siyasî bikin yek û ji bandorên hêzên derve yên ku hewldanên yekitiya niştîmanî asteng dikin xilas bibin. Her wiha piştrast kirin ku her derengiyek di vî warî de rê dide dewleta Tirk a dagirker ji bo ku qada dagirkeriya xwe fireh bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi hatina 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Cîhanê meşekê ji bo zilaman li dar dixe, saet 14:30'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Tevgera Jinên Ciwan û Navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horo bi boneya 25'ê Mijdarê çalakiyeke hunerî li hola civînan a beşê rojava yê taxa Şêxmeqsûdê li dar dixe, saet 17:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Jinên kedkar ên şaredariyên herêma Efrînê bi boneya 25'ê Mijdarê daxuyaniyekê didin, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Jinan a Sûriyê semînerekê li ser tundiya li ser jinan li Parka Xwendinê ya bajarê Qamişlo dide. Semîner ji aliyê koordînatora Giştî ya Meclisa Jinan a Sûriyê Lîna Berekat ve tê dayîn. Saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Kongreya Star bi beşdarbûna jinên navçeya Amûdê û bajarokê Çaxir Bazar ê girêdayê wê bi boneya 25'ê Mijdarê meşekê li dar dixin. Saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Şêniyên paytexta Şamê ji rewşên aborî yên dijwar û astengiya dabînkirina pêdiviyên jiyanê yên sereke bi gilî ne. Di heman demê de aborînasekî diyar kir ku hilweşîna rewşa aborî li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê ji ber zirarên wê di baceyên dahatûyan de ye, her wiha zirarên aborî ji destpêka aloziyê heta dawiya 2019’an gihaştin 531 milyar û 100 milyon dolarî. (BI WÊNE).

- Komîteya Enerjî û Peywendiyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê bê navbera xebatên ji nû ve vegerandina kehrebeyê ji tevahiya bajêr re didomîne. Heta niha bi rêjeya ji sedî 65 ji vê xebatê bi dawî kiriye. Komîteyê bi hatina zivistanê re bang li şêniyan kir ku kehrebeyê bi awayekî baş bi kar bînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Elî Ehmed Yûsif li Amûdê dijî û 8 sal e li dikana xwe ya 4 metre, kel û pelên kevnar berhev dike. Dikana Yûsif bûye cihê zindîkirina bîranînên rojên berê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Cotkarên ku Saziya Çandiniyê ji wan re tov dabîn kir, destnîşan kir ku peydakirina tov nehişt li sûka reş bi nirxê wê were lîstin. Her wiha cotkaran banga peydakirina madeya semadê bi nirxekî guncaw kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA