Bi hinceta "Herêm leşkerî ye" rewşa koçberan paşguh dikin

Azarên koçberên Serêkaniyê yên li navçeya Til Temirê bi hatina zivistanê re zêde dibin. Rêxistinên alîkariyê bi hineta ku 'Herêm leşkerî ye' erka xwe paşguh kirine.

Bi hinceta "Herêm leşkerî ye" rewşa koçberan paşguh dikin
Bi hinceta "Herêm leşkerî ye" rewşa koçberan paşguh dikin
Bi hinceta "Herêm leşkerî ye" rewşa koçberan paşguh dikin
Bi hinceta "Herêm leşkerî ye" rewşa koçberan paşguh dikin
Bi hinceta "Herêm leşkerî ye" rewşa koçberan paşguh dikin
Bi hinceta "Herêm leşkerî ye" rewşa koçberan paşguh dikin
Bi hinceta "Herêm leşkerî ye" rewşa koçberan paşguh dikin
16 mijdar, 2020   05:29
HESEKÊ-DIYAR EHMED

Bi hatina zivistanê re, azarên koçberên Serêkaniyê û gundên derdorê yên di dibistan û kampan de dimînin, zêde dibin.

Li dibistanên navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê û gundên wê zêdetirî hezar û 200 malbatên koçber hene.

Ji ber ku herêm nêzî eniyên şer e, rêxistinên mirovî wê weke herêmeke leşkerî binav dikin û bi wê hincetê derbasî wir nabin. Ji ber kêmbûna miqdara alîkariya ku ji wan re tê pêşkêşkirin, azarên wan zêde dibin.

Koçberên ku di dibistanên navçeyê de dimînin, azarên xwe rave kirin û pêdiviyên ku pêwîstiya wan pê hene vegotin.

Koçbera bi navê Xezala Ehmed a ji gundê Erîşe di dibstanekê Til Temirê de dimîne dibêje: “Dema artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bajarê Serêkaniyê topbaran kir, em ji gund derketin û me berê xwe da Til Temirê û di dibistanên wê de bi cih bûn.”

Xezala bi bîr xist ku di destpêka bicihbûna di dibistanê de, alîkarî digihîştin wan lê ji derdora 9 mehan ve tu alîkarî ji wan re nehatiye pêşkêşkirin û tu rêxistinek alîkariya wan nekiriye.

Xezala bal kişand ser binpêkirinên dagirkeran û got: “Gundê me Erîşe ji ber binpêkirinên dagirkeran û talankirina milkên sivîlan navdar bû. Êdî em nikarin vegerin gund.”

Her wiha Xezala desntîşan kir ku bi hatina zivistanê re rewşa wan gelek dijwar bûye û wiha pê de çû: “Zarokên min biçûk in. Pêwîstiya me bi sobe, mazot û alîkariyan heye. Em bang li rêxistinên navneteweyî û aliyên têkildar dikin ku alîkariya me bikin û bijîşkan bişînin navendên koçberan da ku zarokan muayene bikin.”

Ji Adarê ve tu alîkarî negihîştiya koçberên ku li navçeyê dimînin. Tenê Xaça Sor pakêtên xwarinê yên ku ji şekir û zeyt pêk tê ji wan re pêşkêş dike.

Koçbera bi navê Zehra El-Efdel go: “Pêwîstiya me bi sobe û mazotê heye. Zivistan hat û zarokên me biçûk in.”

Zehra El-Efdel da zanîn ku ew dixwazin vegerin bajarê xwe û wiha domand: “Em dixwazin vegerin malên xwe û divê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê jê derkevin."

Têkildarî derbasbûna rêxistinan ji navçeya Til Temirê re, endamê rêveber ê Kar û Barên Rêxistinan ê li navçeyê Xelîl Xelo got rêxistinên mirovî bi hinceta ku herêm leşkerî ye derbasî navçeyê nabin.

Xelo diyar kir ku li Til Temirê zêdetirî hezar û 200 malbatên koçber hene û dema alîkarî ji rêxistinan xwestine, ji wan re gotin ku ev herêm leşkerî ye û nikarin derbasî wê bibin.

(şx)

ANHA