Almanyayê liv û lebatên Tevgera Gurên boz ên faşîst rawestand

Pêşnûme qanûna ku dihate payîn li Almanyayê xebatên Tevgera Gurên boz a hêza paramîlîter a nijadperest a dewleta Tirk e qedexe bike, di saetên şevê de li Meclîsa Federal di encama dengdayînê de hate erêkirin.

Almanyayê liv û lebatên Tevgera Gurên boz ên faşîst rawestand
18 mijdar, 2020   18:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi qanûna ku 5 partiyên li Meclîsê amade kiribû, Wezareta Karê Hundir dikare bi hêsanî komele û avaniyên nijadperestan qedexe bike.

Welatên Ewropa yên ku bi salan in li hember nijadperestiya Tirk ên alîgirên AKP-MHP’ê bêdeng bûn, dawiyê ji bo qedexeya van koman ketin tevgerê. Piştî biryarên qedexeyê ya Fransa ya rojên borî li hember bûyerên  Gurên boz û Tevgerên Nijadperestan pêk anî û şûnde li Almanyayê jî pêşnûmeyek mîna wê li Meclîsa Federal hate erêkirin. Ji niha û şûnde Wezareta Karê Hundir dikare biryareke qedexê lêkolîn bike.

Partiya Çep a bi salan bû ku ji bo qedexekirina sazî û komeleyên girêdayî nijadperestan di nava hewldanan de bûn, bi pêşnûme qanûnek nû daxwaza tedbîrên hê redîkaltir li dijî komên nijadperest ên Tirk bên girtin. Heman demê li Meclîsa Federal a Nû rastgirên tundraw Ji bo Almanya Alternatîf (AfD) a di rewşa partiya muxalefeta serekî de ne têkildarî qedexekirina Tevgerên Nijadperest pêşnûmeyek pêşkêş kir.

Nijatperestên li Almanya bi qasî 11 hezar endamê wê hene xwe di bin sêwana Federasyona Komeleyên Tirk ên Nijadperest ên Demokratîk ên Almanya (ADUTDF) û Yekîtiya Çanda Îslamî ya Tirk ên Ewropa (ATÎB) xwe bi rêxistin dikin. Li gorî rapora yekîneyên îstixbarata Almanya nijadperestên bê rêxistin ku girêdayî vê îdeolojiyê ye li ser înternetê têkilî didanin hene. Nijadperest gelek deman kesên muxalîf ên siyasî bi vekirî hewl didin bitirsînin û tehdît dikin.

DI 6 MADEYÊN HATÎ QEBÛLKIRIN DE ÇI HEYE?

Di pêşnûmeyê de li dijî Tevgera Nijadperestan ji hikûmetê ev 6 daxwaz hatin kirin:

-Pêwîst e hemû tevdîrên ji bo pêşîlêgirtina bandoriya nijadperestan a li Ewropa bên girtin.

-Pêwîst e têkoşînek bi biryar di çarçoveya dewleta hiqûqê de li dijî van komên Tevgera Nijadperest bi taybet li Almanya bê dayîn û her tim bê çavdêrîkirin.

-Qedexekirina komele û organîzasyonên Tevgera Nijadperest û li gorî nirxên Zagona Bingehîn a Alman li dijî hemû xebat li dijî rûmeta mirovan û nîqaşa navbera gelan, pêwîst e weke dewleta hiqûqê bi biryardarî û bi her şêweyî têkoşînê bike.

-Divê weşanên ji bo hê zêdetir rêbaz û hedefên Tevgera Nijadperest zelal bike bên zêdekirin û ev weşan tim bên dubarekirin.

-Pêwîst e di çarçoveya dewleta hiqûqê de bi biryardarî û bi her şêweyî li dijî ajîtasyonên Tevgera Nijadperest li ser înternetê parve kirî têkoşîn bê kirin.

-Pêwîst e piştevanî li kes û komên ku li Almanya, Ewropa û Tirkiyê Nijadperest gefan lê dixwe bê kirin û ew bi her şêweyî bên destekirin.