Li Dêrikê 2 sivîl bi guleyên artêşa Tirk a dagirker birîndar bûn

Li gundê Mizra Banî û Mizra Xiwarî yên herêma Berava li Dêrikê 2 sivîl bi guleyên artêşa Tirk a dagirker birîndar bûn dema li ser rêya di navbera her du gundên navborî de derbas bûn da ku tovan bînin.

Li Dêrikê 2 sivîl bi guleyên artêşa Tirk a dagirker birîndar bûn
18 mijdar, 2020   16:03
QAMIŞLO

Artêşa Tirk a dagirker gule li du welatiyan ji gundên Mizra Banî û Mizra Xiwarî berandin dema li ser rêya di navbera her du gundan de derbas bûn da ku tovan bînin û di zeviyên xwe de biçînin.

Her du sivîlên birîndar ên bi navên Hîmen Heysem Elî yê ji Mizra Xiwarî û Şivan Botî yê ji gundê Mizra Banî ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.

Li gorî bijîşkan, Şivan Botî di lingê xwe de ji ber guleya sekvan birîndar bûye. Ji ber guleyê damar qut bûne û lingê wî şikestiye. Piştî niştergeiyê niha rewşa wî aram e.

Mîna van bûyerên sekvaniyê û berandina guleyan ji hêla artêşa Tirk a dagirker ve li dijî cotkar û şêniyên herêmên sînor didomin.

(şx)