​​​​​​​PDK`ê kesên ku ji Mexmûrê revandine, xistine zindana çeteyên DAIŞ`ê

PDK`ê di 11`ê Cotmehê de 20 sivîl ji Wargeha Rustem Cûdî (Mexmûr) a li Başûrê Kurdistanê revandibûn. Li gorî endama Komîteya Têkiliyên Derve ya Meclisa Eştar Leyla Arzû Ayhan, kesên revandî di girtîgeheke li Hewlêrê de bi çeteyên DAIŞ`ê re têne ragirtin.

​​​​​​​PDK`ê kesên ku ji Mexmûrê revandine, xistine zindana çeteyên DAIŞ`ê
​​​​​​​PDK`ê kesên ku ji Mexmûrê revandine, xistine zindana çeteyên DAIŞ`ê
18 mijdar, 2020   04:46
NAVENDA NÛÇEYAN - ŞERVÎN MISTEFA

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Başûrê Kurdistanê ji 18`ê Tîrmeha 2019`an ve,  Wargeha Rustem Cûdî dorpêç kiriye.

Di nav kampê de derdora 12 hezar kes ji şêniyên Bakurê Kurdistanê dimînin ku ji ber sûcên dewleta Tirk di salên 1990’î de koçber bûne. Wargeh girêdayî Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a Neteweyên Yekbûyî ye. Heta niha komîseriyê tu helwest li hember dorpêça ku desthilatdarên PDK`ê ferz dike, nîşan nedaye û ji 2015`an ve tu alîkarî pêşkêş nekirine.

Li gel pêngava girtinê ya ku PDK`ê li dijî çalakvan, rojnamevan û akademîsyenên li Başûrê  Kurdistanê yên ku li dijî êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê xwepêşandan li dar xistine, daye destpêkirin, PDK`ê di 11`ê Cotmehê de 20 kes ji wargehê revandin.

Ruxmî bangawaziyên domdar ên meclisa wargehê ji saziyên sivîl, Neteweyên Yekbûyî (NY) û Heyva Sor a Navneteweyî re, ji bo serbestberdana kesên revandî, lê PDK`ê heta niha ew serbest bernedane.

REVANDÎ BI ÇETEYÊN DAIŞ`Ê RE DI HEMAN GIRTÎGEHÊ DE TÊNE RAGIRTIN

Têkildarî mijarê endama Komîteya Têkiliyên Derve ya Meclisa Eştar (Meclisa Jinan) a Wargeha Rustem Cûdî Leyla Arzû Îlhan piştrast kir ku PDK`ê kesên revandî yên ji wargehê bi girtiyên DAIŞ`ê re di girtîgeha Hewlêrê de radigire.

Leyla Arzû Îlhan destnîşan kir ku hikumeta Başûr piştî zexta ku li ser wan hatiye kirin, ji 5 rojan ve tenê 4 kesên revandî serbest berdan. Lê ji ber ku di girtîgeha çeteyên DAIŞ`ê de diman, rastî tundiya derûnî û bedenî hatine.

Leyla Arzû piştrast kir ku girtina ciwanên Kurd bi çeteyên DAIŞ`ê re di heman girtîgehê de, şerm e û cihê şermezarkirinê ye. Leyla bang li PDK`ê kir ku kesên revandî yekser berdin, ji ber ku tu sûc nekirine.

Her wiha Leyla bal kişand ser têkiliyên di navbera PDK û dewleta Tirk a dagirker de û diyar kir ku ev têkilî bi awayekî mezin bandorê li wargeha Mexmûrê dike.

Leyla  Arzû Îlhan got kirinên PDK`ê yên li dijî gel û civakê li Başûr kopiyek ji kirinên AKP`ê yên li dijî gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ye.

Çeteyên DAIŞ`ê di Tebaxa 2014`an de bi dijwarî êrişî Wargeha Mexmûrê kiribû li gel ku êrişî Şengalê kir û komkujî li dijî êzidiyan pêk anîn. Lê şêniyên wargehê li hemberî wê êrişê li ber xwe dan û êrişên DAIŞ`ê şikandin.

Hêzên Pêşmerge yên PDK û hêzên Iraqê ji dora wargehê reviyan. Ji lew re şêniyan hêzên xweparastinê ava  kirin û 3 rojsn li hember êrişan li ber xwe dan, têk birin û nehiştin DAIŞ`ê bigihêje Hewlêrê.

Şêniyên wargehê jî dipirsin bê ka ciwanên wan di heman girtîgehên çeteyên DAIŞ`ê de çima tên girtin?

(şx)

ANHA