Li Ermenistanê hilbijartinên pêşwext

Serokkomarê Ermenistanê Armen Sarkîsyan hilbijartinên pêşwext ên li welat ragihand û DYA û Fransayê jî ji Rûsyayê şîrovekirina rola dewleta Tirk di peymana Qerebaxê de xwest.

Li Ermenistanê hilbijartinên pêşwext
17 mijdar, 2020   08:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Armen Sarkîsyan bi daxuyaniyekê got ji ber rewşa heyî û li gorî xwestekên civakê û ji bo parastina welat ji krîzê, dê hilbijartinên pêşwext ên parlamentoyê li dar bikevin.

Di daxuyaniyê de Armen Sarkîsyan ji hikumeta heyî xwest ku nexşeyekê diyar bike da ku dest bi hilbijartinên pêşwext bikin.

Piştî serokwezîr Nîkol Paşinyan bi navbeynkariya serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn bi Azerbêcanê re peymana agirbestê mohr kir, rewşa welat krîtîk bû.

Ji aliyekî din ve jî rayedarekî Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) da zanîn ku welatê wî û Fransa li benda Rûsyayê ne ku rola dewleta Tirk di peymana dawîn a li Qerebaxê de zelal bikin.

Rayedarê amerîkî daxuyand ku wezîrên karên derve yên Amerîka û Fransayê piştî dan û standinên xwe, behsa rewşa Qerebaxê kir û ji ber serokên Koma Mînskê ya girêdayî rêxistina ewlehî û hevkariyê li Ewropayê ne, nêrînên xwe parve kirin.

Rayedarê Wezareta Karên Derve yê DYA’yê destnîşan kir gelek doz hene û divê Rûsya wan zelal bike, ji wan bendên peymanê û rola dewleta Tirk.

(eh)