Pompeo: Pêdivî pê heye ku DYA û Fransa li hemberî kiryarên dewleta Tirk bisekinin

Wezîrê karên derve yê DYA’yê Mike Pompeo da zanîn ku kiryarên vê dawiyê yên dewleta Tirk ên dijminahiyê ne û piştrast kir ku pêdivî heye ku welatê wî û Fransa bi hev re li hemberî van kiryarên li Rojhilata Navîn bisekinin.

Pompeo: Pêdivî pê heye ku DYA û Fransa li hemberî kiryarên dewleta Tirk bisekinin
17 mijdar, 2020   08:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Pompeo ji rojnameya Le Figaro re diyar kir ku Ewropa û DYA, hewce ne ku bi hev re kar bikin da ku li pêşiya kiryarên vê dawiyê yên dewleta Tirk li Rojhilata Navîn bisekinin. Pompeo got: "Ez û serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron dibînin ku kiryarên vê dawiyê yên dewleta Tirk ên dijminahiyê ne."

Pompeo ku wê serdana Fransa, Tirkiye, Gurcistan, Îsraîl, Erebistana Siûdî, Îmarat û Qetarê bike, destnîşan kir ku dewleta Tirk di şerê li Qerebaxê de destek daye Azerbêcanê, her wiha bal kişand ser tevgerên leşkerî yên dewleta Tirk li Lîbyayê û Deryaya Spî.

(dm)