Kargehê nirxê dimsa hinaran li bazaran kêmtir kir

Li bajarê Minbicê vekirina Kargeha Guvaştina Hinaran karê cotkarên hinaran ê firotin û guvaştina hinaran hêsan kir.

Kargehê nirxê dimsa hinaran li bazaran kêmtir kir
Kargehê nirxê dimsa hinaran li bazaran kêmtir kir
Kargehê nirxê dimsa hinaran li bazaran kêmtir kir
Kargehê nirxê dimsa hinaran li bazaran kêmtir kir
Kargehê nirxê dimsa hinaran li bazaran kêmtir kir
17 mijdar, 2020   08:20
MINBIC-SELWA EBDULREHMAN

Li derdora bajarê Minbicê bi hezaran darên hinaran hene, ji ber piraniya cotkar pê debara xwe dikin, mînaka wê jî cotkarê bi navê Raid El-Munîr e ku derdora hezar darên wî yên henaran hene.

/kr/uploads/files/2020/11/17/082311_-.webp

Her sal wekî vê çaxê hilberîna hinaran pir baş bû heta zêdetirî hewcedariyên herêmê bû, ji ber vê yekê diviyabû cotkar rêyekê ji firotina hilberîna hinaran re bidîtana, ji ber vê yekê kargeha guvaştina hinaran vekirin.

Beriya 4 salan cotkaran xwestin kargehekê vekin û piştî du salan xwesteka xwe bi cih anîn. Êdî ji wê demê û şûn ve cotkar wekî berê zehmetiyan nakişînin, ji ber berî niha bi destên xwe hinar diguvaştin.

"KAR Û XEBATA COTKARAN HÊSANTIR DIBE"

Beriya niha ji bo çêkirina ava hinaran, cotkaran hinar bi destên xwe diguvaşt, lewra zor û zehmetî dikişandin.

Lê piştî kargeha guvaştina hinaran vekirin, êdî vehesiyek çêbû û hinaran dixin hewzekê da ku were şûştin, paşê dixin hewzeke dîtir da ku libên hinaran ji qaşilan derxîne, paşê libên hinaran di qoşxaneyeke mezin de tê guvaştin û bi vî awayî ava hinaran dertê. Piştî ava hinaran dertê û şûn ve heke cotkar bixwazin dimsê çêke, ava hinaran 12 saetan dikelîne.

Her kîloyeke ava hinaran bi buhayê 65 lîreyên Sûriyê tê çêkirin û heke li kargehê were çêkirin her kîloyeke dimsê bi hezar û 500 lîreyên Sûriyê tê çêkirin.

Li kargehê rojane derdora 25 ton ava hinaran û 6 ton dims tê hilberandin.

Karê  kargehê ji saet 8`an dest pê dike û heta 4`ê êvarê dewam dike, di kargehê de 5 karker dixebitin û rojane derdora 3 hezar lîreya Sûriyê werdigirin.

Di salê de xebata kargehê du mehan dewam dike, anku li gorî mewsima gihandina hinaran e.

"LI MINBICÊ TÊ ÇÊKIRIN Û LI HERÊMÊN DIN TÊ FIROTIN"

Par li kargehê 200 ton hinar hate guvaştin û 15 ton dims jê derket, paşê 9 ton li bazara bajêr hate firotin.

Xwediyê kargehê diyar kir ku ji ber vîrusa Koronayê nekarîn hilberînê bifiroşin derve, lewma hilberîna kargehê tenê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate belavkirin.

Cotkar ne te dims û ava hinaran ji hilberîna hinaran çêdikin, lê belê sûdê ji lib û qaşilên hinaran jî dibînin, bermahiyên libên hinaran dikin zater û qaşilkên wê jî dixin hin cureyên dermanan, heta dixin êmê sewalan û dixin nav iyarê çermê sewalan. Ev jî piştî sewal tê gurandin qaşilên hinaran dikin nav çermê wan û bi vî awayekî wan ji xerabûnê diparêze û dihêle nerm bimîne.

"BUHAYÊ KÎLOYA DIMSÊ JI 6 HEZARAN DAKETIYE 3 HEZARAN"

Piştî kargehê kar û xebat kir, nirxê dimsê û ava hinaran li bazarê arzan bû, êdî nirxê her kîloyek dimsa hinaran bû 3 hezar lîreyên Sûriyê ye, lê beriya niha li bazaran bi nirxê 6 hezaran dihat firotin.

Dimsa hinaran xwedî gelek Antîoksîdan e, nexasim vitamin C têde heye û pergala parastina mirovan (cîhaz El-Menaî) xurt dike, di heman demê de Antîoksîdan rê li pêşiya nexweşiyên wekî penceşêrê digire û madeyên xwarinê baştir vedixwe.  

Pisporên xwarinê dibêjin ku 140 sûdmendiyên hinaran heye ji ber vitamin A, D û C têde heye û pêwîstiya laşê mirovan pê heye.

)eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/-463GtyMTxs" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>