Rojnameyên erebî: Alternatîfa Muellîm di navbera Rûsya û Îranê de ye

Rojnameyên erebî yên îro behsa rewşa Sûriyê, civînên Lîbyayê û aloziya li Lubnanê kir.

Rojnameyên erebî: Alternatîfa Muellîm di navbera Rûsya û Îranê de ye
17 mijdar, 2020   08:07
NAVENDA NÛÇEYAN

‘ALTERNATÎFA MUELLÎM DI NAVBERA RÛSYA Û ÎRANÊ DE YE'

Têkildarî rewşa Sûriyê, rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: “Duh li Şamê cenazeyê wezîrê karên derve yê Sûriyê Welîd Muellîm ku duh berbangê ji ber nexweşiya penceşêrê û nexweşiyên dil jiyana xwe ji dest dabû, hate veşartin. Vê yekê hişt ku her du hevalbendên Sûriyê; Rûsya û Îran piştî Muellîm li kesekî din bigerin.

Bi mirina Muellîm re (79) rûpeleke din a zilamên serok Hafiz Esed hate girtin. Li Sûriyê di 50 salî de 3 wezîrên derve hatin ser peywirê, Muellîm ê yekemîn bû ku dema jiyana xwe ji dest daye, hîna li ser peywirê bû.

Hemwextî mirina Muellîm, serok Beşar Esed gelek guhertinên di aliyê siyasî, ewlehî û çapemeniyê de çêkirin. Di vê çarçoveyê de rola kesên nêzî xwe di koşka serokatiyê de xurttir kir. Pêşbînî hene ku di rojên pêş de girêdayî kesayetên nêzî serok Hafiz Esed de, guhertinên berfirehtir çêbin.

Bi çûyîna Muellîm re her kes meraq dike ku dê siyaseta Sûriyê ber bi ku ve here; ber bi Îranê ve yan ber bi Rûsyayê ve. Dîplomatên rojavayî ku serdana Şamê dikin, dibînin ku cîgirê Muellîm, Feysel Miqdad ku nêzî Îranê ye, bêhtir nêzî girtina cihê Muellîm e. Lê belê Rûs cîgirê wezîrê karên derve Eymen Sûsan pêşniyar dikin.”

‘WASHINGTON DIXWAZE HELWESTA PARÎSÊ DER BARÊ LUBNAN Û LÎBYAYÊ DE BIZANE’

Rojnameya El-Ereb têkildarî mijarê wiha nivîsî: “Wezîrê karên derve yê DYA’yê Mike Pompeo bi serdana xwe ya ji bo Fransayê, serokê Fransayê Emmanuel Macron dixe rewşeke zehmet. Piştî ku Macron hêvî dikir ku dozên herêmî yên bigirêk bi serokê Amerîkayê yê nû Jeo Biden re nîqaş bike ku ji serokê berê Trump nermtir e.

Çavdêr dibînin ku serdana wezîrê karên derve yê DYA’yê ku bi Sibata bê re erka wî bi dawî dibe, wekî hewldana naskirina helwesta Fransayê ji dozên herêmî yên bigirêk e, nexasim tevgerên DYA’yê yên dawîn di her du dozên Lîbyayê û Lubnanê de û helwesta wê ji aloziya li rojhilatê Deryaya Spî.”

‘CIVÎNÊN LÎBYAYÊ LI TUNISÊ BI BINKETIN’

Der barê Lîbyayê de rojnameya El-Beyan nivisî: “Nûnera navneteweyî ya ji bo Lîbyayê Stephanie Williams ragihand ku avakirina hikumetê ji bo hefteya bê hate pêşdexistin. Dê civînên diyaloga lîbyayî ji nû ve dest pê bikin. Lê vê carê wê online bin. Stephanie Williams destnîşan kir ku armanca civînan guhertina rewşa heyî bi rêya avakirina hikumeteke tenknokrat e. Her wiha îşaret pê kir ku pêwîstiya Lîbyayê bi hikumeteke hevgirtî û xurt heye da ku wê ji vê aloziyê xilas bike.“

‘GER ÎNSIYATÎFA FRANSAYÊ BI SER NEKEVE LUBNAN Ê BI QONAXEKE DIJWARTIR RE RÛ BI RÛ BIMÎNE’

Têkildarî rewşa Lubnanê rojnameya El-Nehar wiha nivîsand: “Însiyatîfa Fransayê dê li Qesra Elysee were şîrovekirin. Dê wezîrê karên derve yê DYA’yê Mike Pompeo tev lê bibe. Wê çaranûsa însiyatîfê û rêbazên dan û standina bi Lubnanê re werin diyarkirin.”

Girêdayî heman mijarê çavkaniyên siyasî yên agahdar ji El-Nehar re eşkere kir ku Patrick Durrell beriya ku ji Lubnanê derkeve, ji rayedayekî lubnanî re gotibû ku wî du hefte dem daye aliyên têkildar da ku hikumetê ava bikin. Ev yek jî daxwaza serok Macron e. Her wiha di gera xwe de mijarek bala wî kişandiye, ew e ku însiyatîfa Fransayê tê paşguhkirin.

Li gorî heman çavkaniyan, hemû li benda encamên serdana Pompeo ji Parîsê re ne. Balyoza DYAyê ya li Beyrûtê Dorothy Shea ev yek ji dostên xwe re piştrast kir, dema hevdîtina Elyseeyê dişopand, dê perspektîfên nû piştî vê hevdîtinê jê re werin.”

(cx-şx)