Têkiliyên di navbera

Gelek belge derketin holê ku têkiliyên dezgeha "Parastin" ya ku berjewendiyên mala Barzanî û zilamên wê, xwediyên erkê bilind û MÎT'ê diparêzin, her wiha hevkariya di navbera îstîxbaratên "MÎT, Parastin, MOSSAD û SAVAK" de eşkere dikin. Avakirina "Pêşmergeyên Roj" di çarçoveya civînên "Parastin û MÎT'' de hate pêk hat.

Têkiliyên di navbera
17 mijdar, 2020   01:26
NAVENDA NÛÇEYAN – YUSIF MISTEFA

Di beşa sêyemîn a dawî ya dosyaya "Dezgeha Parastin çi ye" de, em ê behsa têkiliyên di navbera "Parastin û MÎT" de bikin û çawa "Parastin" ji bo parastina Barzaniyan û li dijî hêzê Kurdistanî dixebitin.

Di mijara têkiliyên “Parastin” bi MÎT’ê re, yek ji endamên MÎT’ê yê ku bi operasyoneke taybet ji aliyê PKK’ê ve di sala 2018’an de hatibû girtin dibêje: “Di çarçoveya danûstandina sîxurî de heftane bi Parastinê re civîn tên çêkirin. Bi navê Tirkiyê nûnerên konsolos û MÎT`ê tev lê dibin. Di Parastin de jî jixwe yê ku endamê me – bi xwe ne berpirsyarê maseya PKK û berpirsiyarên din di asta bilind - de tev lê dibin. Ez dizanim ku tenê di yek carê de çil hezar dolar dane berpirsyarê maseya PKK’ê. Di asta saziyê de bi rêya civînên heftane yên ku bi navberiya konsolos û MÎT'ê agahî tên girtin. Kesayet bi xwe jî kengê dixwazin dikarin hevdîtinan bikin û agahiyan bigirin. Piştî ku Serokatiya Daîreya Iraqê ya Xebatên Taybet hat damezirandin biryara avakirina avaniyên paramilîter hat girtin. Pêşmergeyên Roj jî di vê çarçoveyê de ne. Piştî ku li Iraqê xebatên taybet hatin sazkirin û pê de dê li vir hinek tiştên cuda pêk werin ew avaniya ku li vir têkiliya wan bi kîjan grupan re heye nizanin. Av avanî grupên ku li vir têkikildar dikin dê bi çek bikin û bînin beramberî we.”

Bi belgeyan rastiya têkiliya dezgeha “Parastin” û saziyên sîxuriyê bi dewletên dagirker re li ber çavan e. Di mijara hemahengiya têkiliyên her çar saziyên sîxuriyê Mossad, MÎT, Savak û Parastinê de Celal Talabanî di “Dîdarî Temen” de bal dikşîne ser dibêje: “Barzaniyan soz dabûn Îranê ti çalakî siyasî nekin û li Îranê bi hêminî rûdinin. Mela Mistefa bi xwe jî di çend hevdîtinên rojnamevanî de, mînak di rojnameya Keyhan di 3/5/1975'an û di rojnameya Keyhanê Hewayî di 10/5/1975'an û li gel Mihemed Hesenê Heykel di 6/9/1975'an de dibêje; “Karê min qediya ye, îradeya xwedê bû, êdî karê siyasî nakim, xebat, şoreş û jiyanê min a siyasî bi dawî hatiye...”; piştî avabûna YNK’ê, wan jî rêveberiyeke demekî ava kir, bi wê jî ranewestiya û çend kesên mîna Kerîm Sîncarî, Cewher Namiq û Ebû Enter şandin Tirkiyê ji bo dijberiya me. Wek navê xwe dizanim, MÎT û Savak û heta teqez destê Mossadê jî tê de hebû li dijî me hevkariya wan kirin. Ji ber ku em dostên filîstîniyan bûn, navbera me pir baş bû. Ew bi wan xweş nedihat ku tevgera kurd dostê filîstîniyan be.

 Me got nimûnên wiha li ser kurdên Rojhilat jî pêk anîne. Dr Mehmûd Osman dibêje: “Barzanî hevkarî bi rejîma Şah re dikir, li dijî rêveberên PDK-Îran yên li Başûr, ew radestî deshilata Îranê dikir, her wiha teror dikirin. Ji bilî ku wî hêza pêşmergan şandin Îranê ji bo ku hevkariyê bi hêzên Îranî re bikin ji bo serkutkirina hin berxwedaniyên çekdarî yên têkoşerên Rojhilatê Kurdistanê.” Li ser Kurdên Rojava heman kiryar pêk anîn, bi taybet dema Tirkiyê dîwarê şermê li aliyê Bakur bilind dikir; Barzanî jî ji bo ku ambargoyê li ser Rojava girantir bike, ji aliyê Başûr ve bi kolandina xendekan û girtina deriyê Sêmalka gelê Rojava diguvaşt. Dîsa ciwanên ku bi armanca diyarkirina nerazîbûna xwe beramber êrişên dagirkeriya dewleta Tirk li ser Efrînê ji Başûr berê xwe dabûn Efrînê, asayîşa PDK’ê wan gulebaran dike û pênc ciwanan jê birîndar dike. Ev kiryarên wan yên antî kurd der barê kurdbûna wan de li ba mirov gumanan dide avakirin. Ev yek li hember hin endamên malbata xwe bi xwe jî kirine.  Girêdayî vê mijarê û şerê Barzanî Dr. Mehmûd Osman dibêje: “Ne Barzanî ne jî kurên wî rojekê ji rojan jî neçûn ser çeperekê ji çeperan û qet ti plana êrişeke rêxistinkirî çênekirin, ne jî darbeyeke giran bigihêjin dijimin, ne jî şerê gerîla. Barzanî tenê carekê çûye çeperan, ew jî çûye Barzan, Şêx Osman Barzanî û cemaeta wî ji wê herêmê qewitandiye.  Yanî çûyîn bi armanceke ku taybetmendiyeke xwe ya eşîrtî hebû zêdetir ji kurdbûn an jî welaperweriyê."

Lewma eger sûdeke wê hebe jî, em dikarin vekirî bibêjin ku erkê dezgeha Sîxurî; “Parastin” tenê bûye parastina binemala Barzanî ji neyarên wan û peyayên wan yên ku erkên payebilind (endamên mekteb siyasî, komîteyên navendî, endamê ofîs û liqên Partî) girtine. Piranî ev peyayên mala Barzanî ji bo ku xwe bidin pejirandin, bi raporan mala xelkê xirab dikin. Bi taybet kes, tevger an jî eşîr, her çendî xizmetî doza kurd kiribin yan jî qurbanî dabin kesên ku gotinekê li dijî malbata Barzanî bike, ew careke din ronahiyê nabîne. Yanî her kesê dijber an jî dijî eşîriyê yan jî dijî desthilata mala Barzanî be, li gor wan, tê wateya ew dijberî tevgera kurd e, dijî welat e, xayîn e, divê ji holê bê rakirin. Her çendî civak an jî tak ji kiryarên wan nerazî bin jî lê ji tirsa newêrin helwestekê an jî nerazîbûnekê li kolanan diyar bikin. Bi kiryarên terorî civak tirsandine. Sala 2017’an gelek nerazîbûn, meş û MÎTîngên gel beramber desthilata Başûr li Silêmanî, Raniya û cihên din çêbûn, lê me ti bertekek li aliyê Bahdînan herêma di bin desthilata Barzanî de nedît! Gelo bertekên gel nînin beramber kiryarên ji aliyê desthilata Barzanî ve li wan tên kirin? Bê guman hene. Lê ji ber gel hatiye terbiyekirin, kes newêre dengê xwe derxe. Dema em vê dibêjin ne ku YNK pîr û pak e lê belê li wir kêm be jî dihêlin gel nerazîbûna xwe diyar bikin. Li ba PDK'ya mala Barzanî pîvan bûye, pîvana pejirandina malbatê, yên wan nepejirînin, dezgeha “Parastinê” bi rê û rêbazên cuda wan ji holê radike. Li aliyê din ev dezgeh, şerê ramanên ronakbîriyê dike. Çi tevgera ku xebatekê bike wan tesfiye dike. Heya tesfiyekirinên nava malbatê jî bi destê “Parastinê” tên kirin. Di encama vê de gelek kes bi rewşên bi guman çarenûsa wan nayê zanîn. Gelê belengaz neçar dibe li keştiya wan siwar be, kes ji tirsan newêre tiştekî bibêje, eger bêje jî ne xwediyê xwe ye. Bi dehan rojnamevan ji ber ku rexne li wan girtine ew êşkence kirine kuştine winda kirine.

Sîxurekî berê yê ku di dezgeha “Parastinê” de kar dikir yê bi navê Mihemed Selman Berwerî di bîranînên xwe dibêje: “Qadirên Parastin” hişk û bê rehm bûn. Li kê guman bikirana, eger ji Partiya Be'es “Partiya hevpeymanê wan” an jî grubên şoreşerên Kurdistanê baskê Celalî, an jî her yekî ku li ser malbata Barzanî û rêveberên wan bi nebaşî biaxiviya yan jî nêrîneke dijberî nêrîna Partiya Barzanî û serokê wê bigota ew digirtin, davêtin zindanê, êşkence dikirin, dikuştin cenazeyê wî/wê bi kevirekî ve girêdidan da ku dakeve bin avê û piştre davêtin çemekî.

ÇAVKANÎ:

1. Belgeyên îfadeyên ajanên MÎTê yên di destê PKK’ê de.

2. Dîdarî Temen(Celal Telebanî)

3. Nirxandina pêvajoya şoreşa Kurd û ders û ezmûnên hatine derxistin 1961-1975 (Mahmûd Osman)

4. Internet malpera “Kurdistanpost” bîranînên ajanê “Parastin” yê berê (Mihemed Selman Berwarî)

ANHA