Meclisa Rêveber a Cizîrê civînên bi meclisên herêmî û saziyan re bi dawî kirin

Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê îro bi sazî û meclisên herêma başûr a Hesekê re civiya û behsa mijarên xizmetguzarî, pirsgirêk û astengiyên pê re rû bi rû dimînin, nîqaş kirin.

Meclisa Rêveber a Cizîrê civînên bi meclisên herêmî û saziyan re bi dawî kirin
Meclisa Rêveber a Cizîrê civînên bi meclisên herêmî û saziyan re bi dawî kirin
Meclisa Rêveber a Cizîrê civînên bi meclisên herêmî û saziyan re bi dawî kirin
Meclisa Rêveber a Cizîrê civînên bi meclisên herêmî û saziyan re bi dawî kirin
Meclisa Rêveber a Cizîrê civînên bi meclisên herêmî û saziyan re bi dawî kirin
18 mijdar, 2020   13:16
HESEKÊ

Civîn bi meclisên herêmî yên navçeya Şedadê, Ebdan, Mergeda, Erîşa, Deşîşa û saziyên xizmetguzariyê re hate çêkirin da ku pirsgirêkên saziyan werin naskirin û bi armanca mîsogerkirina xwestekên welatiyan çareserî werin diyarkirin. Civîn li Navenda Meclisa Şedadê bi rê ve çû.

Hevserokên Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Telet Yunis û Nezîra Gewriyê û hevseroka Meclisa Kantona Hesekê Semer El-Abdullah beşdarî civînê bûn.

Semer El-Abdullah diyar kir ku civînên ku Rêveberiya Xweser li kantona Hesekê li dar dixe, ji bo naskirina rewşa meclis û awayê koordînekirina di navbera saziyan de ye, her wiha da ku pirsgirêkên herêmên navborî werin naskirin.

Semer di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku bi rêya nîqaşê dê çareseriyeke guncaw derkeve holê û li gorî xwestekên welatiyan dê rewşa kar baş bibe.

Hevserokê Şaredariya Navçeya Şedadê Mihemed Salih destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser ev civîn ji bo naskirina pirsgirêkan û astengiyên li pêşiya birêvebirina kar, orgenîze kirine û li gorî xwestekên karker û şêniyên herêmê çareseriyê ji wan re dibînin.

Li kantona Hesekê gelek civînên bi vî rengî hatin lidarxistin û civîna îro ya dawîn bû.

(eh)

ANHA