Li Şehbayê pêşangeha "Êş û berxwedan"

Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Efrînê pênşangeheke wêneyan bi navê "Êş û berxwedan" vekir.

Li Şehbayê pêşangeha "Êş û berxwedan"
Li Şehbayê pêşangeha "Êş û berxwedan"
Li Şehbayê pêşangeha "Êş û berxwedan"
Li Şehbayê pêşangeha "Êş û berxwedan"
Li Şehbayê pêşangeha "Êş û berxwedan"
Li Şehbayê pêşangeha "Êş û berxwedan"
Li Şehbayê pêşangeha "Êş û berxwedan"
Li Şehbayê pêşangeha "Êş û berxwedan"
Li Şehbayê pêşangeha "Êş û berxwedan"
16 mijdar, 2020   15:50
ŞEHBA

Pêşangeha li hola kampa Serdem a kantona Şehbayê bi beşdarbûna bi dehan endamên saziyên sivîl hate vekirin.

Di pêşengehê de 80 wêneyên ku endamê Desteya Çand û Hunerê Remzî Qimê ji koçberiya şêniyên Efrînê û zehmetiyên wan di kampan de, kişandine, hatin daliqandin.

Pêşengeh ji aliyê Hevseroka Desteya Şûnwaran a Herêma Efrînê Esmehan Ehmed ve hate vekirin. Hevserokê Desteya Çand û Hunerê ya herêma Efrînê Henan Seydo axivî, bi xêrhatina beşdaran kir û kesên di vekirina pêşangehê de ked dane spas kir.

Piştre beşdaran li hola pêşangehê gerîn û wêne temaşe kirin.

ANHA