The Daily Telegraph: Qanûna Amerîkayê bandorê li kesên dewlemend nake

DYA`yê cezayên li ser Sûriyê tuntir dike û rexnegir dibêjin ku ji her kesî zêdetir bandorê li hemwelatiyan dike.

The Daily Telegraph: Qanûna Amerîkayê bandorê li kesên dewlemend nake
16 mijdar, 2020   15:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Daily Telegraph a Brîtanî di raporekê de dibêje: "Şîrketa Netfix a li Şamê van rojan qedexekirî ye, lê heke pereyên te hebe tu dikarî bibe endamê Pro Tv ku şîrketeke herêmî û dibe ku hackirî be. "

Piştî çend salan ji şer, aboriya Sûriyê pir xerab bû û ji ber cezayên ku hatin birîn hin encamên cûdatir derketin hole. Armanca cezayên DYA`yê ew ku hikumeta Şamê çareseriyê ji aloziya Sûriyê bibîne. Rexnegir dibêjin ku ji her kesî zêdetir bandora van cezayan li welatiyan tê kirin.

Di meha Hezîranê de dema Qanûna Qeyser hate ferzkirin, Washingotinê ev olîgarşî kir armanc.

Kesayetên navdar li rêbazên derbaskirina van cezayan digerin. Çalakgera ku nexwest navê xwe eşkere bike li Şamê got ku kesên dikarin xwestekên xwe pêk bînin di serê pêşîn de girêdayî kesên rastî cezayan tê. Ev ceza rakirina rejîma Esed dike armanc û ew ne bawer e ku vê yekê misoger bikin.

Ev ceza ji bo Beşar Esed îdîayeke baş e, lewma roja çarşema derbasbûyî Esed di civîneke ku li Şamê pêk hat de got ku ceza nahêle penaber vegerin malên xwe, ev jî bi rêya astengirina şandina pereyên ji bo ji nû ve avakirinê pêk tê.

Armanca Amerîka ji cezayên li ser Sûriyê, çareseriya siyasî li gorî bingehê biryara Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya 2254'an ferz bike. Ev biryar sala 2015'an de hate dayîn ku banga agirbestê û pêkanîna hilbijartinên demoratîk dike.

Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo got ku li pêşiya rejîma Esed berbijêrkek çareseriya aştiyane heye.

Amerîkayê li ser Sûriyê ji 50 salên ku malbata Esed welat hikum kirin tenê 41 sal ceza birî û piştî 9 salan DYA`yê Sûriye wekî dewleta piştgiriyê dide terorê senifand.

(eh)