Li cîhanê zêdetirî 54 milyon kes bi koronayê ketine

Li tevahiya cîhanê zêdetirî 54 milyon kes heta niha bi vîrusa koronayê ketine.

Li cîhanê zêdetirî 54 milyon kes bi koronayê ketine
16 mijdar, 2020   13:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daneyên dawîn ên li ser malpera Zanîngeha Johns Hopkins a Amerîkayê, hejmara giştî ya pêketiyên vîrusa koronayê (Covid-19) gihaşt 54 milyon û 370 hezar kesî.

Malperê ragihand ku hejmara pêketiyên vîrusa koronayê yên ku baş bûne, nêzî 35 milyon kes e û hejmara pêketiyên ku jiyana xwe ji dest daye milyonek û 317 hezar kes derbas kir.

Di nav dewletên cîhanê de, ji aliyê hejmara pêketiyên vîrusa koronayê ve di rêza pêşîn de DYA heye û piştre Hindistan, Brezîlya, Fransa, Rûsya, Spanya, Brîtanya, Arjantîn, Kolombiya, Îtalya, Meksîka, Perû, Almanya, Îran û Afrîkaya Başûr tên.

(dm)