YE`yê ragihand ku dewleta Tirk li Qibrisê zagonên navneteweyî binpê dike

Yekitiya Ewropayê piştrast kir ku dewleta Tirk li Qibrisê zagonên navneteweyî binpê dike û kiryarên wê şermezar kirin.

YE`yê ragihand ku dewleta Tirk li Qibrisê zagonên navneteweyî binpê dike
16 mijdar, 2020   13:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Helwesta Yekitiya Ewropayê (YE) wek bersiva daxuyaniya Erdogan a têkildarî avakirina du dewletên serbixwe li girava parçekirî ye. Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan dema duh serdana Qibrisê kir, behsa parçekirina giravê kiribû.

YE`yê di daxuyaniyê de ku nûnerê YE’yê yê kar û barên derve Josep Borrell ragihand, destnîşan kir ku gavên YE`yê yên li Qibrisê di demeke wiha de pêk hatine ku bi çavdêriya NY`yê hewldana lidarxistina diyalogan tê kirin.

YE`yê dubare îşaret bi çareseriya aloziya li Qibrisê kir û bang li Tirkiyê kir ku bi berpirsyariya xwe rabe, di heman demê de ji bo destpêkirina diyalogan zemîneke guncaw ava bike.

 (eh)