Jinên li Reqa û Tebqayê piştgiriya jinên girtî yên di girtîgehên herêmên dagirkirî de kir

Ji bo piştgiriya jinên girtî yên di girtîgehên herêmên dagirkirî de, Rêveberiya Jinan a herêmên Tebqa û Reqa çalakiyeke protestoyî li dar xist. Jinan di çalakiyê de piştrast kir ku bûyerên li girtîgehên dewleta Tirk rû didin, nikarin qîrîna azadiyê veşêrin.

Jinên li Reqa û Tebqayê piştgiriya jinên girtî yên di girtîgehên herêmên dagirkirî de kir
16 mijdar, 2020   13:29
REQA

Çalakî di çarçoveya 25`ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan de li Çerxerêya El-Neîm a Reqayê li dar ket. Endamên saziyên sivîl, meclis û komînên jinan, nûnerên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê li bajarên Tebqa û Reqayê tev li çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de jinan şarên spî ku nîşaneya aştiyê ne, dan sere xwe. Her wiha pankartên "Na ji tundiya li dijî jinan re" hildan.

Endama Rêveberiya Jinan a Reqayê Itîmad El-Ehmed daxuyaniya rêveberiyê xwend.

Rêveberiyê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku ew piştgiriya jinên ku li herêmên dagirkirin têne girtin, dikin û ev çalakî wek beşek ji pêngava jinan ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser wan e.

Her wiha rêveberiyê diyar kir ku li vê herêmê sûcên dermirovî li dijî jinan pêk hatin, hatin kuştin, revandin, destdirêjî lê hate kirin.

Di daxuyaniya rêveberiyê de ev yek hate gotin: “Îro Erdogan tevahiya cureyên tundiya derûnî, bedenî, siyasî û aborî li dijî jinan pêk tîne. Êdî kirinên DAIŞ`ê didomîne lê belê ji wê zêdetir jî dike. Îsbata wê yekê jî, qetilkirina Hevrîn Xelef, Zehre Berkel, Melek û girtina Çîçek Kobanê û hevalên wê ye. Dewleta Tirk hovîtiya xwe domdar û bê sînor îsbat kir.”

Her wiha rêveberiyê bang kir ku tevahiya jinên ji Sûriyê yên ku di girtîgehên dewleta Tirk de werin berdan.

Di dawiya daxuyaniyê de, soza berdewamkirina serhildanê li hemberî dewleta Tirk a dagirker hate dayîn.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="316" src="https://www.youtube.com/embed/TjpH7xis9UY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>