120 malbatên ji Sûriyê dê ji kampa Holê derkevin

120 malbatên sûrî xwe amade dikin da ku ji kampa Holê ya li rojhilatê kantona Hesekê derkevin û vegerin malên xwe. Li gorî berpirsan ev beşa pencemîn a koçberên sûrî ye ku ji kampê derdikevin.

120 malbatên ji Sûriyê dê ji kampa Holê derkevin
120 malbatên ji Sûriyê dê ji kampa Holê derkevin
120 malbatên ji Sûriyê dê ji kampa Holê derkevin
120 malbatên ji Sûriyê dê ji kampa Holê derkevin
120 malbatên ji Sûriyê dê ji kampa Holê derkevin
16 mijdar, 2020   11:13
HESEKÊ

Ji bo pêkanîna biryara ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 10`ê Cotmehê de derxistiye, rêveberiya kampa Holê amadekariyên derxistina beşa pêncemîn a koçberên sûrî temam kirin.

Rêveberiya Xweser, Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), Desteya Kar û Barên Civakî û Desteya Hundirîn di 5`ê Cotmeha 2020`an de civînek li dar xist û biryara vegerandina koçberên sûrî ji warên wan re derxist.

Îro, 120 malbatên ku ji 515 kesan pêk tên û ji şêniyên Dêrazorê û gundewarê wê ne, xwe amade dikin da ku ji kampê derkevin.

Fadil El-Ewed ji herêma Sûse ya Dêrazorê ye, ew û malbata xwe ya ku ji 10 kesan pêk tê, spasiya rêveberiya Kampê û berpirsên xebatên derxistinê kir. El-Ewed destnîşan kir ku xizmên wan li Sûse li benda wan in.

Rêveberiya kampê piştî biryara Rêveberiya Xweser a 146`an, piştî derketina beşa yekem a koçberên sûrî yên ji Reqa û Tebqayê, nivîsgeheke vekir. Koçberên ku derdikevin jî navên xwe li nivîsgehê qeyd dikin.

Malbatên sûrî yên ku di nav kampê de dimînin, hinek ji wan dixwazin ji kampê derkevin û hinek din jî naxwazin derkevin, ji ber ku nikarin vegerin herêmên di bin kontrola hêzên hikumeta Şamê de, ji ber tunebûna ewlehiyê û wêranbûna malên wan û derfetên kar li wir peyda nabin.

Erebeyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi erebeyên ku zêdetirî 500 koçberî vediguhêzin re ji kampê derketin.

Li gorî daneya dawîn a rêveberiya kampê 17 hezar û 530 malbat anku  63 hezar û 800 kes di nav de 6 hezar û 563 malbatên sûrî, di kampa Holê de dimînin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/biVWTswvX9o" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>