Macron got hewcedariya Ewropayê bi serweriya parastinê heye

Serokê Fransayê ji bo Ewropayê stratejiyeke parastinê ya nû xwest û fikra baweriya bi parastina leşkerî ya DYA’yê red kir.

Macron got hewcedariya Ewropayê bi serweriya parastinê heye
16 mijdar, 2020   11:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Fransayê Emmanuel Macron ji rojnameya Rovey Gro Continu re got Ewropa hîn jî pêdivî bi stratejiya xwe ya parastinê ya serbixwe û serwer heye, heke ew li gel hikumeteke nû ya DYA’yê mijûl bibe ya ku dikare bibe sedema têkiliyên dostane.

Reutersê ragihand ku Macron tiştê ku wezîra parastinê ya Almanyayê Annegret Kramp Karenbauer di 2'yê Mijdarê de ji rojnemaya Politico re dema ku wê got Ewropa divê di pêşerojeke nêz de bi parastina leşkerî ya DYA’yê ve girêdayî bimîne, red kir.

Macron wiha doamd: "DYA dê ji me re wek hevalbend rêzê negire heya ku em di helwesta xwe de cidî nebin û kar û barên parastina me serwer nebin."

Macron da zanîn ku divê avakirina serxwebûna xwe bidomînin, çawa ku DYA’yê ji bo xwe dike û wekî Çîn jî ji bo xwe dike.

(dm)