Paşinyan: Li Qerebaxê me şerê Azerbêcanê, dewleta Tirk û çeteyên ji Rojhilata Navîn dikir

Serokwezîrê Ermenistanê Nîkole Paşinyan got Ermenistan di şerê Ii Qerebaxê de bi bin ket, ji ber ku ne tenê şerê Azerbêcanê dikir, lê belê şerê dewleta Tirk û çeteyên ji Rojhilata Navîn jî dikir.

Paşinyan: Li Qerebaxê me şerê Azerbêcanê, dewleta Tirk û çeteyên ji Rojhilata Navîn dikir
16 mijdar, 2020   11:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Paşinyan di civîneke çapemeniyê de got: “Me bi sedan leşkerên xwe winda kirin. Em hêvî dikin ku gelek ji wan sax bin. Duh me kesek birîndar dît ku berê me wek mirî ragihandibû. Pêvajoya guhertina dîlgirtiyan dê piştî qonaxa guhertina kuştiyan dest pê bike.”

Paşinyan piştrast kir ku welatê wî di şerê li Qerebaxê de bi bin ket, ji ber ku ne tenê şerê Azerbêcanê dikir, lê belê şerê dewleta Tirk û çeteyên ji Rojhilata Navîn jî dikir.

Paşinyan di civînê de got ew berpirsê yekemîn ê rewşa li Qerebaxê ye.

Her wiha Paşinyan destnîşan kir ku ne pêkan e lihevkirinên agirbestê werin guhertin û wiha domand: “Di rastiyê de guhertina bendên lihevkirinê dê wek gaveke ber bi paş de be. Dê were wateya guhertina rewşa leşkerî. Ji bo hemû aliyan ev ne pêkan e.”

(şx)