Îran dê bi Iraqê re peymana hevkariya leşkerî îmze bike

Îranê ragihand ku dê di zûtirîn demê de bi Iraqê re peymana hevkariyê ya leşkerî îmze bike.

Îran dê bi Iraqê re peymana hevkariya leşkerî îmze bike
16 mijdar, 2020   10:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokerkanê Îranê Mihemed Baqrî got welatê wî di zûtirîn demê de dê bi Iraqê re peymana "hevkariya leşkerî" mohr bike û di halê hazir de peyman di qonaxa xwe ya dawîn de ye. Serokerkan Baqrî piştrast kir ku hevkariya parastinê ya di navbera Îran û Iraqê de dê ewlehiya Iraqê baştir bike.

Li gorî rojnameya Şerq El-Ewsat diyar kir ev yek dema duh wezîrê parastinê yê Iraqê Cuma Înad Sadûn serdana Tehranê kir, pêk hat. Serdan di çarçoveya hevkariya dualî ya leşkerî, ewlehî û parastina sînor de, pêk hat. Di heman demê de rojnameyê bi bîr xist ku wezîrê Iraqê û şandeyeke leşkerî ku ji fermandarên hêzên deryayî, hewayî û parastina sivîl, fermandarên saziyên leşkerî û ewlehiya Iraqê pêk tê, çû Tehranê. 

Mihemed Baqrî destnîşan kir ku Îranê bi Iraqê re der barê şêwirmendiya kar û xebatan de, berfirehkirina têkiliyên bi vî awayî li hev kirine û dê li gorî pêwîstiyên herêmê tev bigerin.

Dema pêşwaziya wezîrê Iraqê kir, sekreterê giştî yê Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê, Elî Şemxanî got hevkariya parastinê û ewlehiya Îranê û Iraqê li ser bingeha mîsogeriya ewlehî û aramiya her du welan hatiye mohrkirin û banga bilindkirina asta têkiliyan û parastina ewlehiya sînorên her du welatan kir.

(eh)