Li Helebê panela "Sûcên li dijî jinan"

Meclisa Jinan a Sûriyê ya bajarê Helebê bi boneya nêzbûna roja 25’ê Mijdarê panelek bi sernavê "Sûcên tundiyê yên dijî jinan " li dar xist.

Li Helebê panela "Sûcên li dijî jinan"
Li Helebê panela "Sûcên li dijî jinan"
Li Helebê panela "Sûcên li dijî jinan"
Li Helebê panela "Sûcên li dijî jinan"
Li Helebê panela "Sûcên li dijî jinan"
Li Helebê panela "Sûcên li dijî jinan"
Li Helebê panela "Sûcên li dijî jinan"
15 mijdar, 2020   16:06
HELEB

Di panela ku li hola civînan li dar ketiye de, nûnerên ji partî û meclisên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê amade bûn.

Panel bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û piştre beşdar belavî 5 beşan hate kirin da ku bersiva pirsan b bidin.

Pirs girêdayî danasîna şêweyên tundiyê; ji bedenî û derûnî, yên di malbat û civakê de bûn.

Endama rêveber a Meclisa Jinan a Helebê Heyfaa Hesen der heqê mijarê de wiha got: "Sûcên tundiyê yên li dijî jinan yek ji dîmena ku di nava tevahî civakên cîhanê de belav bûye, her wiha tundî ji aliyên derûnî, cesedî de li dijî jinan de pêk tên û bandorên wê yên neyênî li ser ferd û civakê de heye."

CUREYÊN SÛCÊN TUNDIYÊ

Heyfaa Hesen bi bîr xist 3 cureyên tundiyên li dijî jinan hene, yek ji; tundiya bedenî, cinsî, derûnî û malbatî, duyemîn; destdirêjiya bi axaftin û cesedî.

Ya sêyemîn jî qedexekirina hin dewletan a beşdariya jinan li aliyên siyasî mîna xwe hilbijartina ji serokatî yan jî parlamento yan jî wezaretê ye.

CUREYÊN SÎNORDARKIRINA SÛCÊN TUNDIYÊ

Têkildarî çareseriyan, Heyfaa Hesen destnîşan kir ku 3 çareserî hene ew dikarin bi rêya wê tundiyê sînordar bikin, ew jî çareyên xweparastin, tedawîkirin , cezayî ne.

Heyfaa Hesen wiha domand: "Divê tedbîr û çareyên cidî pêk bînin, mîna pêkanîna qanûn û biryarên muhasebekirina sûcdarên sûcan û parastina jinan ji sûcan, çi ji aliyê dewlet an jî civak an jî malbatê dibe bila bibe, her wiha tedawîkirina qurbaniyan sûcên tundiyê bi derûnî û baldariya li ser wan."

Heyfaa Hesen di dawiyê de behsa berdewama xebatê kir, da ku civakê bi tevahî rêbaz û sepandina çanda edalet û wekheviya di navbera her du zayendan de pêk bînin, her wiha zanabûnê di nava jinan de belav bikin ku mafên xwe bizanin.

(fr)

 ANHA