SOHR: Tirkiyê dê beşekê çeteyên Sûrî li Qerebaxê bihêle

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku dewleta Tirk wê çend koman ji çeteyên Sûrî li Qerebaxê bihêle, bi hinceta ku ku koka wan ji herêmê ye.

SOHR: Tirkiyê dê beşekê çeteyên Sûrî li Qerebaxê bihêle
15 mijdar, 2020   15:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) got, hikumeta Tirk wê komeke çeteyên Sûrî li herêma Qerebaxê bihêle, tevî ku operasyonên leşkerî bi dawî bûne û bi navbeynkariya Rûsyayê Ermenistan û Azerbaycanê gihiştin agirbestê.

Li gorî heman çavkaniyê, hikumeta Tirk hincet dike ku koka wan çeteyan ji vê herêmê ne û ji tirkmenên girêdayî Tirkiyê ne.

Girêdayê heman mijarê, SOHR'ê gihiştina 30 cenazeyên çeteyên li Qerebaxê hatin kuştin, ji bo Sûriyê şopand.

ANHA