Bi helbestan berxwedan û fedakariya gelên herêmê vegotin

Li navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê şevbêrekeke helbestan hate lidarxistin.

Bi helbestan berxwedan û fedakariya gelên herêmê vegotin
Bi helbestan berxwedan û fedakariya gelên herêmê vegotin
Bi helbestan berxwedan û fedakariya gelên herêmê vegotin
Bi helbestan berxwedan û fedakariya gelên herêmê vegotin
Bi helbestan berxwedan û fedakariya gelên herêmê vegotin
Bi helbestan berxwedan û fedakariya gelên herêmê vegotin
Bi helbestan berxwedan û fedakariya gelên herêmê vegotin
15 mijdar, 2020   16:20
HESEKÊ

Komîteya Çand û Hunerê ya navçeya Til Temirê bi havkariya Komîteya Çandê ya kantona Hesekê şevbêrkeke helbestan ji bo piştgiriya çand û helbestvanan li dar xist. Şevbêrk li navçeya Til Temirê di bin konekî de hate lidarxistin.

Bi dehan helbestvan, rewşenbîr û şêniyên navçeyê amade bûn.

Endama rêveber a Komîteya Çand û Hunerê ya Kantona Hesekê Efaf Heskî bi xêrhatina beşadran kir û cangoriyên azadiyê yên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi bîr anîn.

Efaf Heskî got: "Dewletên dijberî herêmê hewl didin bi hemû rêbazan destkeftiyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibin. Em bi çand û berxwedana pêkhateyên gelê xwe xeta şehîdan dişopînin herêmê, çand û şoreşa xwe biparêzin."

Piştre helbest li ser rêber Abdullah Ocalan û keda şehîdan hatin xwendin. Hin helbestvanan li ser bedewbûna bajarê Serêkaniyê û çawa dagirkeran xirab kirin, helbest xwendin.

ANHA