​​​​​​​Şandeyek ji Şengalê serdana nivîsgeha serokwezîrê Iraq û şêwirmendê wî kir

Îro şandeya ji Şengalê serdana nivîsgeha serokwezîrê Iraq û şêwirmendê wî kir.

​​​​​​​Şandeyek ji Şengalê serdana nivîsgeha serokwezîrê Iraq û şêwirmendê wî kir
15 mijdar, 2020   15:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Hikumeta Iraqê û hikumeta herêma Başûrê Kurdistanê di 9’ê Cotmehê de peymanek der barê mijarên rêvebirin û leşkerî yên Şengalê de îmze kir. Şêniyên Şengalê nerazîbûn nîşanî vê peymanê didin.

Ji 14’ê Cotmehê de şandeyek ji nûnerên Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê û nûnerên saziyên sivîl û rûspiyên Şengalê serdana rayedarên iraqî kir, da ku hin mijarên girêdayî Şengalê nîqaş bikin.

Îro jî şandeyê serdana nivîsgeha serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û şêwirmendê wî ya li paytexta Iraqê Bexdayê kir.

Şandeyê di demeke berê de, serdana cîgirê serokê parlmentoyê Hesen Keibî, rêveberên Teyar Sedrî, Esayib Ehl El-Heq, cîgirê fermandariyê oprasyonên Iraqê, serokê Hevbendiya Nesir a bi serkêşiya serokê hikumetê yê berê Heyder Ebadî, rêveberên Keldanî û Hevbendiya  Dewleta Qanûn a bi serkêşiya Nûrî Malikî kiribû.

Hêjaya bi bîrxistinê ye ku şandeyek ji fermandariya Heşid El-Şebî û parlamenterî iraqî Muxtar Mewsewî serdana Şengalê kir û bi rûspiyên Şengal û nûnerên saziyên rêveberî û ewlehî re civiya û peymana der barê Şengalê de red kir.

(fr)