QSD'ê 3 çeteyên DAIŞ'ê girtin

QSD'ê bi çalakiyan 3 çeteyên DAIŞ'ê girtin, di nav de serçeteyek hebû.

QSD'ê 3 çeteyên DAIŞ'ê girtin
15 mijdar, 2020   15:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyaniyek li ser malpera xwe ya fermî weşand, tê de ragihand ku hêzên wan ên taybet 14'ê Mijdarê di operasyoneke hevbeş bi hêzên Koalîsyona Navneteweyî re çeteyên DAIŞ'ê li herêma Cedîdet Igêdat a Dêrazorê girt.

Her wiha diyar kir ku îro jî li navçeya Şedadê çeteyekî din dema ku hewl dide malbat û endamên DAIŞ'ê ji kampa Holê birevîne girt û cekên pê re desteser kirin.

Navenda Ragihandê ya QSD'ê got, hêzên wan di çalakiyekê de ku li bakurê navçeya Şedadê pêk anî serçeteyekî berê yê DAIŞ'ê girt.