Li Reqayê têkildarî 25`ê Mijdarê panelek hat lidarxistin

Meclisa Jinan a Sûriyê têkildarî çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser jinan, bi sernavê "Tundî û cûreyên wê û çareseriyê sînordarkirina tundiyê" panelek li bajarê Reqayê li dar xist.

Li Reqayê têkildarî 25`ê Mijdarê panelek hat lidarxistin
Li Reqayê têkildarî 25`ê Mijdarê panelek hat lidarxistin
Li Reqayê têkildarî 25`ê Mijdarê panelek hat lidarxistin
Li Reqayê têkildarî 25`ê Mijdarê panelek hat lidarxistin
Li Reqayê têkildarî 25`ê Mijdarê panelek hat lidarxistin
Li Reqayê têkildarî 25`ê Mijdarê panelek hat lidarxistin
15 mijdar, 2020   15:05
REQA

Endamên saziyên civaka sivîl û endamên nivîsgeha Weqfa Jina Azad beşdarî panelê bûn.

Di destpêka panelê de, endama Nivîsgeha Rêxistina Jinan a Meclisa Jinên Sûriyê Şemis Sîno çîroka her 3 xwuşkên Miribal kir ku di sala 1960`yî de hatin qetilkirin vegot, paşê şêweyên tundiya li ser jinên li herêmê, bandor û encamên wê şîroke kirin.

Şemis Sîno destnîşan kir ku adatên civakî hişt ku hîn zêdtir jin bindest bimîne, ji mafê perwerdeyê bê par bimîne, hevser û malbat zextê li wan bikin.

Şemis Sîno di dewama gotina xwe de bal kişand ser kiryarên li dijî jinên li herêmên dagirkirî tê meşandin û wiha pê de çû :"Ji destpêka ku artêşa Tirk herêmên me dagirkirine bi hezaran jin tên îşkencekirin, ev jî wekî sûcên qirkirina jinan tê hesabkirin."

Şemis Sîno di dawiyê de got ku Şoreşa Bakurê Sûriyê bi pêşengtiya jinan dest pê kir û gelek guhartin çêkir, lewra artêşa Tirk hewldana têkbirina van destkeftiyan dike.

Endama Meclisa Jinên Sûriyê Sûad El-Kurdî jî axivî û got ku girîngtirîn sedemên tundiya li dijî jinan rewşa aborî ya ku herêm tê re derbas dibe û koçberkirina bi darê zorê ye, her wiha zihniyeta baviksalarî ye ya ku zextê li jinan dike û wan ji mafên xwendin û karkirinê bê par dikin.

Piştî panel bi dawî bû, beşdaran nêrînên xwe anîn ziman û der barê çareseriya ji van tundiya re axivîn û gotin ku ji bo parastina jinan ji tundiyê divê qanûn werin diyarkirin û pêkanîn.

Di dawiyê de sinivîzyonek têkildarî sûcên dewleta Tirk a dagirker ji koçberkirina şêniyan û hedefkirina jinên siyasetmedar hate pêşandan.

(eh)

ANHA