NY: Ji ber şerê li Etiyopyayê 20 hezar kesî berê xwe da Sûdanê

Komîseriya Kar û Barên Penaberan a NY`yê ya ragihand ku herî kêm 20 hezar kes ji ber şerê li bakurê Etiyopyayê reviyane Sûdanê.

NY: Ji ber şerê li Etiyopyayê 20 hezar kesî berê xwe da Sûdanê
15 mijdar, 2020   14:05
 NAVENDA NÛÇEYAN

Komîseriyê îro bi daxuyaniyekê diyar kir ku heta 14`ê Mijdarê, zêdetirî 12 hezar û 500 kesî di herêma Hemdayêt re sînor derbas kiriye, her wiha nêzî 7 hezar û 500 kesî jî di herêma El-Laqtî re sînor derbas kiriye.

Piştî tawanbariyên hêzên federal ên herêma bakur, di 4`ê Mijdarê de Etiyopyayê li dijî herêma Tîgray ya bakurê welêt operasyoneke leşkerî dest pê kir. Di şer de bi sedan kes hatine kuştin û bi hezaran berê xwe da Sûdanê.

(cx)