Li Etiyopyayê di êrişekê de 34 kes hatin kuştin

Komîteya Mafên Mirovan a Etiyopyayê ragihand ku di êrişeke çekdarî de li dijî otobusekê li rojavayî welêt, herî kêm 34 kes hatin kuştin.

Li Etiyopyayê di êrişekê de 34 kes hatin kuştin
15 mijdar, 2020   14:01
 NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteyê di daxuyaniya xwe de ku îro ragihandibû, wiha da zanîn: “Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, di êrişa ku şeva şemiyê li herêma Binîşenqol-Qimaz pêk hatiye, hejmara qurbaniyan 34 e. Îhtîmal heye ev hejmar zêde bibe.”

Komîteyê destnîşan kir ku êriş li dijî otobusekê li rojavayê welêt pêk hatiye. Li herêmê di vê dawiyê de êrişên xwîndar li dijî sivîlan pêk hatin.

 (şx)