Li Reqayê çalakiya hunerî û çandî

Navenda Çand û Hunerê ya Reqayê bi beşdarbûna hejmarek hunermend, helbestvan û bi dehan şêniyan çalakiyeke hunerî û çandî li dar xist.

Li Reqayê çalakiya hunerî û çandî
Li Reqayê çalakiya hunerî û çandî
Li Reqayê çalakiya hunerî û çandî
15 mijdar, 2020   14:20
REQA

Çalakî li ser dika şanoyê ya navenda çand û hunerê ya Reqayê hate lidarxistin. Di destpêka çalakiyê de koma muzîkê berhemek pêşkêş kirin, piştre her muzîkvanek li amûrên xwe yên muzîkê lêdan.

Hunermendê Kurd Mihemed Nûh bi lêdanê tembûrê stranek gelerî ya kurdî pêşkêş kir. Piştre hunermend Ehmed El-Zehrawî çend stranên folklorî yên Sûriyê û qidûdên Helebê pêşkêş kir.

Her demekî navenda çand û hunerê ya Reqayê çalakiyên hunerî û çandî li dar dixe.

(dm)

ANHA