​​​​​​​Îsraîlê tevgera Hemasê hişyar kir

Îsraîlê têkildarî gurkirina şerê li Xezayê tevgera Hemasê hişyar kir û piştrast kir ku dê encamên şer ji bo gelê Filistînê yê li Xezayê û serokê wê kambax bin.

​​​​​​​Îsraîlê tevgera Hemasê hişyar kir
15 mijdar, 2020   13:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Benny Gantz got heke tevgera Hemasê kiryarên xwe yên li hemberî Îsraîlê nesekinîne, dê bandorê li fermandarên xwe û gelê Filistînê yên li Xezayê bike. Di heman demê de Benny Gantz bi bîr xist ku Îsraîl bi hemû rêbazan hewldana parastina agirbestê dike.

Gantz ku agahiyên xwe dispêre daxuyaniya kanala El-Hurra, diyar kir ku bersiva ji binpêkirina serweriya Îsraîlê re dê di demeke guncaw de û li gorî armancên Îsraîlê were ragihandin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku piştî du moşek ji Xezayê avêtin başûrê Til Evîv û Esediyê, artêşa Îsraîlê jî vê sibê bi balafir û topavêjan êrişî komên Filistînê yên li Xezayê kir.

(eh)