Bolton ji ber redkirina Trump a encamên hilbijartinan hişyarî da

Şêwirmendê berê yê Ewlehiya Neteweyî yê DYA’yê John Bolton têkildarî neîtîrafnekirina serok Donald Trump bi binketina li hemberî Joe Biden, hişyarî da.

Bolton ji ber redkirina Trump a encamên hilbijartinan hişyarî da
15 mijdar, 2020   12:12
NAVENDA NÛÇEYAN

John Bolton metirsiya xwe der barê berteka serok Donald Trump de anî ziman û diyar kir kir gelek kes bawer dikin an jî hêvî dikin ku Trump bi bin ketiye û bi aramî biçe, lê ew ditirse ku bertek berevajî be.

Bolton ji CNN’ê re da zanîn ku her dema ku ragihandina encamên hilbijartinên dereng bimîne, hîn zêdetir bandorê li DYA`yê û nav û dengê wê yê li ser asta navneteweyî dike.

Bolton îdiayên Trump ên sextekirina navên ku dengê xwe dane Joe Biden red kir û got: "Ji destpêka hilbijartinan ve me bihîst ku îsbat hene û dê sextekariya di dengan de û komployan eşkere bikin, lê heta niha me tiştek nedît heta ez ne bawer im ku tiştek hebe jî."

(eh)