Li Efrînê li dijî artêşa Tirk û çeteyên wê xwepêşandanek hate lidarxistin

Bi sedan sivîlên ji navçeya Raco ya kantona Efrînê xwepêşandanek li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dar xist.

Li Efrînê li dijî artêşa Tirk û çeteyên wê xwepêşandanek hate lidarxistin
15 mijdar, 2020   12:20
EFRÎN

Çavkaniyên ji navçeya Raco ya kantona Efrînê ya dagirkirî ragihand ku îro bi sedan sivîl daketin qadan.

Ev xwepêşandan li dijî bêaramiya ku li herêmê ji dema ku dewleta Tirk Efrîn dagir kiriye, rewşên xirab yên jiyanî û bihabûna kel û pelan, hate lidarxistin.

Xwepêşandanan diyar kir ku dewleta Tirk û çeteyên wê berpirsên rewşa jiyanî û sûcên hovane ne ku ku li dijî mirovahiyê li Efrînê û herêmên din pêk tên.

Piştî xwepêşandanê dewleta Tirk hemleyeke girtinê ya berfireh li dijî xwepêşandanan pêk anî.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/PRkdmAQ3urk" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>