Ji Desteya Tenduristiyê ya herêma Firatê banga ji bo şêniyan

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya herêma Firatê diyar kir ku ew bi hêvî ye şêniyên herêmê ji malên xwe dernekevin da ku alîkariya aliyên têkildar bikin û asta xetereya pandemiya Covid-19 kêm bibe.

Ji Desteya Tenduristiyê ya herêma Firatê banga ji bo şêniyan
15 mijdar, 2020   12:05
KOBANÊ

Di vê dawiyê de vîrûsa koronayê (Covid-19) li herêma Firatê pir belav bûye û ji ber wê gelek kesan jiyana xwe ji dest da. Di çend hefteyan de zêdetirî 450 kes jî pê nexweş bûn.

Şaneya Aloziyê ya herêma Firatê biryara ferzkirina qedexeya derketina derve ya giştî ya 10 rojan li herêmê ferz kir. Qedexeyê îro dest pê kir.

/kr/uploads/files/2020/11/15/120704_103531_ahmd-mhmwd.webp

Der barê mijarê de, hevserokê Desteya Tenduristiyê ya herêma Firatê Ehmed Mehmûd got: “Ji ber belavbûna vîrusa koronayê li herêmê Şaneya Aloziyê biryara qedexeyê derxist. Em ji vê biryarê armanc dikin ku heta em dikarin vîrusê sînordar bikin.”

Mehmûd wiha domand: “Em hêvî dikin ku şênî li mal bin û qedexeyê binpê nekin. Alîkariya aliyên têkidar bikin. Divê şênî bi berpirsyarî tev bigerin, xwe û zarokên xwe biparêzin.”

Mehmûd destnîşan kir ku vîrus li herêmê belav bûye, lewra kesên nîşaneyên wê li ser derdikevin, bila bi lez biçin nexweşxaneya taybet da ku jê re test were çêkirin.

Têkildarî amadekariyên tenduristiyê yên Desteya Tenduristiyê Mehmûd got: “Nexweşxane niha bi tevahiya amûrên tenduristiyê amade ye. Gelek dermanên ku me ji bo pêşwazîkirina nexweşan diyar kirine, hene. Lê dîsa kêmasî di dermanan de heye.”

Mehmûd destnîşan kir ku gelek şênî çûyîna nexweşxaneya taybet a koronayê paşguh dikin.

Ehmed Mehmûd piştrast kir ku divê şênî heta 10 rojên ku Şaneya Aloziyê diyar kirine, di malên xwe de bin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/rGX4XwjNAeM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>