Beriya serdana Erdogan hêzên taybet ên Tirk li Lîbyayê ne

Dezgehên çapemeniyê diyar kir ku ji bo garantiya ewlehiya serdana serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ji Terablusê û Misratayê re, hêzên taybet ên dewleta Tirk gihaştin Terablusê ya Lîbyayê.

Beriya serdana Erdogan hêzên taybet ên Tirk li Lîbyayê ne
15 mijdar, 2020   08:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Şerq El-Ewsat ragihand ku tê payîn serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan serdana paytexta Lîbyayê Terablusê bike. Rojnameyê bi bîr xist ku ji dema hikumeta Wîfaqê hatiye avakirin ve, ev cara yekemîn e ku dê Erdogan serdana Terablusê bike.

Rojnameya Şerq El-Ewsat ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên rewşê dişopînin, diyar kir ku komeke ewlehiyê ku ji endamên hêzên taybet ên dewleta Tirk pêk tê, ji bo garantiya ewlehiya serdana Erdogan ji Terablusê re bi du balafirên leşkerî gihaştin herêmê. Tê payîn ku serokkomarê Tirkiyê serdana hêzên dewleta Tirk ên li Lîbyayê bike da ku piştgiriya hikumeta Wîfaqê bikin.

Li gorî heman çavkaniyan Erdogan dê serdana hêzên dewleta Tirk ên li bajarê Misrata yê li rojavayê welêt jî bike.

Ev serdan di çarçoveya tevgerên dewleta Tirk û Qeterê de pêk tê, ji ber her her du alî naxwazin hewldanên navneteweyî yên ji bo çareseriya aloziya Lîbyayê bi ser bikevin.

(eh)