`Daxwaza ENKS`ê nasnameya kurdî tine dike`

Şagirt û mamosteyên beşê amadahî yên bajarê Qamişlo diyar kirin ku ew qet li ser rakirina metryalên Rêveberiya Xweser qebûl nekin. Her wiha da zanîn ku vegera li metryalên Hikumeta Şamê nasnameya kurdî tine dike û kurdan vedgerîna dema beriya şoreşa Rojava.

`Daxwaza ENKS`ê nasnameya kurdî tine dike`
`Daxwaza ENKS`ê nasnameya kurdî tine dike`
`Daxwaza ENKS`ê nasnameya kurdî tine dike`
`Daxwaza ENKS`ê nasnameya kurdî tine dike`
`Daxwaza ENKS`ê nasnameya kurdî tine dike`
`Daxwaza ENKS`ê nasnameya kurdî tine dike`
15 mijdar, 2020   08:46
QAMIŞLO-SÎMA BIROKÊ

bi destpêkirina şoreşa Rojava di sala 2013`an derfet ji gelê kurd re hat dayîn ku xwe fêrî zimanê xwe yê dayîkê bike, ji ber ku beriya şoreşa Rojava zimanê kurdî li Sûriyê qedexe bû.

Piştî ewqas ked di avakirina dibistana û çêkirina metryalan de ango bi cî kirina xewna her kurdekî. Di civînên ku ji bona avakirina yektiya Kurdî-Kurdî tên li dar xistin, Encûmena Niştimanî Kurdî li Sûriyê ENKS`ê daxwaza rakirina metryalên Rêveberiya Xweser dike her wiha li şûna wê daxwaza dayîna metryalên hikumeta Şamê dike.

Girêdayî vê mijarê û da ku em nerînên şagirt û berdevkên dibistana li ser rakirina perwedeya bi zimanê kurdî û li şûna wê dayîn metryalên Hikumeta Şamê her wiha girîngiya perwerdeya bi zimanê dayîkê bizanibin, me serdana dibistana Şehîd Şêrwan Wecdî Betê û dibistana Mîşêl Selîba yên bajarê Qamişlo kir.

Mihmed Elî şagirtê qonaxa 3 ji beşa amadehî da zanîn ku ew li dijî rakirina metryalên Rêveberiya Xweserin û got: "Heke helwesta ENKS`ê bi cî bê wê gelek zirar li me bêkirin, em vê yekê qebûl nakin, ji ber ku bi zimanê xwe bêhtir fêr dibin. Helwesta ENKS`ê nakeve xizmeta gelê kurd de."

`XWENDINA BI ZIMANÊ DAYÎKÊ XWE XUYANÎKIRIN E`

/kr/uploads/files/2020/11/15/084954_-.webp

Lavîn Betal jî şagirta qonaxa 2 ji beşa amadahî da zanîn ku ew qet rakirina metryalên Rêveberiya Xweser qebûl nakin û got: "Xwendina bi zimanê dayîkê xwe xuyanîkirin e, em dixwazin xwendina xwe li ser metryalên Rêveberiya Xweser dewam bikin. Her wiha xwesteka ENKS`ê nakeve nava xwestekên miletekî kurd e."

Lavîn di nava axaftina xwe de daxuyand ku ji ber bandorgirtina ji dibistana hikumeta Şamê gelek zehmetî kişandin û wiha domand: "Dema em di dibistanên rejîma Sûriyê de bûn gelek zor û zehmetî li me dikirin. Lê niha fêrkirina bi zimanê kurdî ji me re cihê kêfxweşiyê ye, em gelek sûdê ji metryalên Rêveberiya Xweser digirin ji ber ku em di rêya wê re dîroka xwe nasdikin."

`EM SPASIYA RÊVEBERIYA XWESER DIKIN KU ME FÊRÎ ZIMANÊ ME DIKE

/kr/uploads/files/2020/11/15/084814_-.webp

Awal Şahîn jî şagirtê qonaxa yekê ji beşa amadehî ye diyar kir ew naxwazin li ser metryalên hikumeta Şamê fêr bibin û got: "Em dixwazin li ser metrylên Rêveberiya Xweswe fêr bibin. Em sipasiya Rêveberiya Xweser dikin ku me fêrî zimanê me yê kurdî dike, em bi perwerdeya bi zimanê xwe gelekî kêfxweşin."

/kr/uploads/files/2020/11/15/084742_-.webp

Li aliyekî din berdevka dibistana Mîşêl Selîba Lava Ibrahîm jî da zanîn ku dema hat ragihandin ku Encûmena Niştimanî Kurdî li Sûriyê ENKS`ê daxwaza rakirina metryalên Rêveberiya Xweser gelekî acizî li gel wan da çêkir û got: "Ji bona avakirina dibistana û pêşxistina zimanê kurdî li Rojava gelek ked hat dayîn. Helwesta ENKS`ê dijberî kurda ye, li şûna ku banga xwedîderketin li zimanê xwe bike tê helwesteke wiha nîşan dide."

`HEKE METRYALÊN BI ZIMANÊ KURDÎ RABE WÊ ÇAXÊ EM XWE BI DEST XWE TINE DIKIN`

Lava wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bi xwesteka xwendina bi zimanê kurdî me gaveke mezin avêt, hetanî asteke bilind xwendekar beşdarî dibistanê xwe dibin ev yek jî ji me re cihê kêfxweşiyê ye."

Li ser pirsa heke metryalên Rêveberiya Xweser bên rakirin û li şûna wê metryalên hikumeta Şamê bên dayîn û wê çiqasî bandorê li şagirt û gelê kurd bi taybert bike Lava got: "Piştî avakirina me ji dibistana re, em vê yekê qebûl nakin."

Lava bal kişand ser giringiya zimanê dayîkê û zimanê kurdî bi taybet û got: "Zimanê kurdî hebûna kurdan diyar dike, her mileteke bi zimanê xwe tê naskirin, zimanê me heye çima îro roj em ê xwe jê bişon?, heke metryalên bi zimanê kurdî rabe em xwe bi destê xwe tine bikin."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/YI43cheYhtw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>