Cebraîl Mistefa: Dewleta Tirk, dewleteke qanûnên navneteweyî binpê dike

Hevserokê Yekitiya Parêzeran a herêma Efrînê destnîşan kir ku sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrîna dagirkirî û herêmên dîtir ên Sûriyê binpêkirinên pergal û qanûnên navneteweyî ne, her wiha êdî dewleta Tirk bûye dewleteke xwe di ser qanûnên navneteweyî re dibîne.

Cebraîl Mistefa: Dewleta Tirk, dewleteke qanûnên navneteweyî binpê dike
15 mijdar, 2020   02:45
ŞEHBA-FÎRAS ÎBRAHÎM

Hevserokê Yekitiya Parêzeran a herêma Efrînê Cebraîl Mistefa li ser kiryarên û sûcên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî şêniyên Efrînê yên resen dikin, axivî.

Mistefa piştrast kir ku sûcên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê pêk tîne, li dijî 4 peymanên Cinêvê ne ku tê de behsa parastina sivîlên şer dikin. Mistefa wisif kir ku ew peyman cewherê qanûna navneteweyî û mirovî ne.

‘SÛCÊN DEWLETA TIRK A DAGIRKER LI EFRÎNÊ, LI DIJÎ PEYMANA LAHAY Û PEYMANÊN CINIVÊ NE’

Cebraîl Mistefa diyar kir ku sûcên guhartina demografî yên ku dewleta Tirk a dagirker li Efrînê, ji dizîna şûnwar û guhartina dîroka herêmê, pêk tîne li dijî peymana Lahay a 1907 a madeya 56’an e.

Mistefa da zanîn ku sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî sivîlan, binpêkirina protokolên peymanên Cinivê yên 1949’an e.

Mistefa di axaftina xwe de wiha bi lêv kir: "Li gorî şopandina me ya sûc û kirinên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê kirine, hat dîtin ku madeyên protokolên yekemîn û duyemîn li Efrînê pêk tên û dewleta Tirk bendên wan madeyan bi rêya sûcên xwe binpê dike."

 ‘ARTÊŞA NÎŞTIMANÎ YA SÛRIYÊ, LI GORÎ QANÛN Û PERGALÊN NAVNETEWEYÎ ÇETE NE’

Mistefa axivî ku Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê li gorî qanûn û pergalên navneteweyî çete ne ku dewleta Tirk wan li Sûriyê û hin dewletên dîtir mîna Lîbya, Azerbaycan û Yemenê li gorî berjewendiyên xwe bi kar tîne, ew çete li baregehên li Sûriyê û Tirkiyê tên perwerdekirin.

Der barê niştecihkirina malbatên çeteyan û koçberên ji herêmên dîtir ên Sûriyê li Efrînê de, Hevserokê Yekitiya Parêzeran a herêma Efrînê Cebraîl Mistefa got hin komele û rêxistinên hene ku navên mirovî bi kar tînîn û nişticihkirina li Efrînê teşwîq dikin, mîna rêxistina almanî.

Têkildarî sûcên dizîn û talankirina mal û milkên sivîlan Mistefa wiha domand: "Çeteyên girêdayî dewleta Tirk mal û milkên sivîlên li Efrînê didizin, ji wê zêdetir jî darên zeytûnê bê ser û ber qut dikin, baweriyên olî yên tundraw li ser civakan ferz dikin, mîna civaka Êzidî, Elewî û Xirîstiyan. Ew jî bi rêya vekirina dibistanên fêrkirina baweriyên olî ji pêkhate û civakên dîtir re, bi wê yekê re jî peymana Lahay a 1907’an a rêzdariya li hember dirûşm û baweriyên olî tê binpêkirin."

 ‘LI SER TEVAHÎ HERÊMÊ XETERÎ YE’

Li Efrînê û herêmên dagirkirî dirûşm û nivîsên çeteyên DAIŞ’ê û Cebhet El-Nusra hatin dîtin, ev yek jî li ser tevahî herêmê xeterî ye.

Mistefa diyar kir ku aştî û ewlehiya cîhanê ligel hebûna çeteyên DAIŞ’ê li Efrîn û herêmên dagirkirî xeterî ye, bi wê re jî xeterî li ser civaka navneteweyî heye. Her wiha Konseya Ewlekariyê dikare destwerdanê bike û li gorî madeya 7’an a ji mîsaqa NY’yê dewleta Tirk muhasebe bike.

Mistefa di dawiyê de got rêxistinên navneteweyî û civaka navneteweyî li hember sûcên dermirovî yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê berpirsiyar e.

(fr)

ANHA