Dezgeha sîxurî ya PDK’ê (Parastin) çawa hat avakirin?-1

Li Kurdistanê sedsala 20’emîn wek sedsala serhildan û komkujiyan derbasî dîrokê bû. Ruxmî  ku li Kurdistanê ewqas serhildan û raperîn pêk hatin, lê hîna jî di asta neteweyî de tu statû bi dest kurdan neketine, ji ber ku îxaneta navxweyî û  neteweperestiya kevneperest jî bi qasî êrişên derve, bandor kiriye.

Dezgeha sîxurî ya PDK’ê (Parastin) çawa hat avakirin?-1
15 mijdar, 2020   01:29
NAVENDA NÛÇEYAN - YÛSIF MISTEFA

 Ev sed sal e Kurd ji bo berjewendiyên netewdewletên herêmî û hêzên serdest ên navneteweyî dibin qurbanî. Di sedsala 20’emîn de bi peymana Sykes-Picot welatê Kurdisanê di nava hêzên herêmî û navneteweyî de hate dabeşkirin û bi peymanên Lozan û Mûsilê jî bi awayekî resmî dabeşî 4 parçeyan hate kirin. Ji Lozanê vir ve têkoşîna azadiyê ya neteweya kurd bi awayekî bê rawestan dewam dike. Li pêşiya serkeftina doza Kurdistanê bi qasî bandora dewletên dagirker bandora îxaneta navxweyî jî heye.

Di sedsala 20’emîn de PDK jî piştî kete bin destê malbata Barzanî di dîroka Kurdistanê de bi nokerî û kevneperestiyê cihê xwe girt. Lewre gelek welatperwerên Kurd ên di nav PDK’ya di bin destê Barzaniyan de ji ber vê xeta wê ya kevneperest ji partiyê veqetiyan û hin partiyên din avakirin. Piştî vê di bin bane PDK’ê de tora sîxurî ya “Parastin” hate avakirin û vê rêxistina noker mîna axtabotekê milên xwe di her dera Kurdistanê werdan û tora xwe ya istîxbaratê belav kir. Li vir hin pirsên girîng hene divê mirov van pirsan bike; Dezgeha “Parastin ji aliyê kê ve hate avakirin? Ji roja avabûyî heta niha kê di nav de cih girt? Dezgeha “Parastin” xizmeta kê dike? Piştî damezrandinê ligel Îran, Îsraîl, Amerîka û dewleta Tirk mekanîzmayeke çawa ya danûstandinan ava kir?

PARASTİN ÇAWA HAT AVAKİRİN

Dezgeha Parastin ya girêdayî PDK'ê di sala 1965'an de ji aliyê Îsraîl û Îranê ve hate avakirin. Wê demê ji ber ku Şah Riza Pehlewî alîgirê hêzên hegemon û bi taybet ê nêzî DYA’yê bû, lewma têkiliya xwe bi Îsraîlê re jî baş bû. Li ser esasê vê itîfaqê, ji yekîneya destpêkê; Şekîb Akreyî, Ezîz Akreyî û Mihemed Hirsîn da ku bingehê dezgeha sîxurî ya PDK’ê ava bikin çûn Îsraîlê. Ev her sê kes, bi taybet ji hêla malbata Barzanî ve hatibûn hilbijartin. Şekîb Akreyî heta mirina xwe jî berpirsê dezgeha “Parastin”ê û xeleka di navbera Îsraîl, Îran û Barzaniyan de bû. Mela Mistefa, ji bo kar û barê leşkerî û malî kurê xwe Îdrîs û yê ji bo ewlekariyê jî Mesûd peywîrdar kiribûn. Mihemed Hirsîn di bin fermana Mesûd Barzanî de kar dikir. Damezirandina dezgeha "Parastin" heta Aşbetaliya 1975'an girêdayî Şilomo Nekdîmon bû. Şilomo; di derbarê vê dezgehê de wiha dibêje: Dezgeha Saloxgeriya Îsraîl û ya Îranê, wê demê ji bo ku di derbarê Îraqê de agahiyan kom bikin û veguhêzin SAVAK û MOSSAD'ê, pêwîstî dîtin ku dezgeheke sîxurî ji xanedana Barzanî re ava bikin” Lewre ji wê çavkaniyê jî diyar dibe ku dezgeha Parastin ji aliyê Îsraîl û Îranê va hatiye avakirin. Jixwe mala Barzanî bi xwe jî têkiliya xwe ligel Îsraîlê venaşêrin. Di pey re Mela Mistefa di sala 1968'an de diçe Îsraîlê û hevdîtinan bi rayederên siyasî, leşkerî û ewlekariyê yên Îsraîlê re çêdike. Bi wê serdanê re, desteka leşkerî û ewlekarî bi dest xwe dixe. Di encama vê serdanê de koma duyemîn a leşkerî ji Mesûd Barzanî, Ezîz Akreyî, Tahir Elî Welî, Şekîb Akreyî, Mihemed Hirsîn û ji hin kesên din pêk dihat, ji bo ku perwerdeya hunera sîxurî, rêbazên şopandina agahiyan bibînin careke din çûn Îsraîlê. Bi vê koma duyemîn re, têkilîyên di navbera xanedana Barzanî û Îsraîlê de bêhtir pêş ketin. Wan têkilîyên wan heya dawiya Aşbetaliyê berdewam kirin.

Mehmûd Osman ev têkilî ji rojnameya Elwest a Siûdî û di nivîsên xwe yên ku li Ewropa weşandine de, bi zelalî aşkere kir, “Di navbera salên 1965'an ta 1975'an çar dewreyên mezin ji hêla MOSSAD’ê ve, ji bo perwerdekirina sîxurên PDK’ê hatine vekirin. Piştre gelek dewreyên biçûk û kurt jî hatine vekirin. Her wiha di heman demê de MOSSAD’ê jî li vir xebatên xwe yên sîxurîyê, bi taybet li dijî dewleta Iraqê û li herêmê çalaktir kir û bi pêş xist. Dewreyên destpêkê li baregeha “Parastin” li herêma Çoman dest pê kir û li ser şaxên herêmê hatin belavkirin. Ji kesên ku wê demê beşdarî wan dewreyan bûbûn; Xazî Etrûşî, Kerîm Sincarî, Yûnis Rojbeyanî, Cewher Namiq, Azad Mihemed Necîb Berwarî, Bîrût Ehmed, Hûsên Esicarî, Ebdurehman Îsmaîl Akreyî, Mihemed Emîn Akreyî, Kamîran Miftî, Mistefa Xoxe, Îbrahîm Bîdawî, Husên Bîdawî, Nûrî Heyder, Cemal Reşîd, Franso Herîrî, Tehsîn Etrûşî, Ebdulxaliq Reşîd Marûf, Mihemed Seîd Doskî, Kemal Ehmed Berqî, Felakedîn Kakayî, Wirya Reûf Seatçî, Taha Ebdulah, Xeyat û Mihemed Marûf in."

Jİ ALİYÊ MESUT BARZANÎ VE TÊ BİRÊVEBİRİN

Her liqek ango şaxek yên girêdayî PDK’a Barzanî dezgeheke wê ya Parastinê heye. Berpirsê dezgehê endamekî bingehîn e, di şaxê komîteyên herêmî yên Partî de, hemû serok, şûbeyên Parastinê ji kadroyên girîng û çalak pêk tên. Berpirsyariya wê, rasterast bi fermana malbata Barzanî pêk tê û karê şopandinê jî yek ji endamên malbatê pê radibe, bi taybet divê ji neslê Mela Mistefa Barzanî be. Tevî ku Şekîb Akreyî, Franso Herîrî û Kerîm Sincarî hem bi temen bûn û hem jî ji Mesûd Barzanî bi ezmûntir bûn, lê ji despêka avabûna Dezgeha Parastinê ve Mesûd ew bi rê ve dibirin.

GELEK KES TÊN TESFİYEKİRİN

Hevdu tasfîyekirin û reşkûjiyên navxweyî yên bi destê dezgeha Parastinê, piştî Firaso Herîrî, dema Kerîm Sincarî bû berpirsê Parastinê û Fazil Mîran jî bû wezîrê karê hundir yê herêmê, êdî her yek bi rêya zilamên girêdayî xwe dest bi hevdu beralîkirinê kirin. Hinek ji navên tên nas kirin; yên wek Şekîb Akreyî, li Amerîkayê bi rêya jehrê hate kuştin. Dîsa, kesê bi navê Rênas, ew jî li herêma Bahdînan ji holê hat rakirin. Ev kes, heman demê berpirsê Kedkarê Kurdistan bû. Ebû Neter Xiristiyan ê Mankîş jî yek ji wan bû û berpirsyarê komîteya Duhok ya Partiya Komonîst a Kurdistanê bû. Ew jî rastî heman aqûbetê hat. Franswa Şabo, bixwe endezyar û endamê Parlemanê Kurdistanê ji lîsteya Aşûrî bû. Elî Kuxî, Xazî Etrûşî femandeyekî di navenda sîxurî ya şaxa Duhokê, gelekî bi çalak bû û gelek siryetên kesên girêdayî PDK’ê û yên bi dezgeha ewlekariya dewleta Îraqê re kar dikirin dizanîn, lewma hat tesfiyekirin da ku agahî dernekevin derva.

MİKURHATİNÊN SİXUR SELMAN BERWARÎ

Yek ji sîxurê berê yê dezgeha Parastin a PDK’ê Mihemed Selman Berwarî, di derbarê reşkujîyên PDK’ê de van agahiyan dide: “Îsa Siwar di sala 1973'an de 11 kadroyên Partiya Komonîst a Îraqê, dema ku ji Yekîtiya Sovyetê di aliyê Sûriyê û Tirkiyê re dihatin Kurdistanê, girtin û kuştin. Her wiha yek ji wan birayê Eqîd Celal Baleteyî Mizûrî endamê dadgeha leşkerî ya di bin serokatiya Elmihdawî de bû. Ev hemû bi rêbaza Rûsan hatin kuştin. Ew bi zindî xistin axê, tenê serê wan li derve hiştin heta ku mirin. Ev buyer; li Çiyayê Bêxêr, rêya ku diçe Zaxo û Fîşxabûr de qewimî. Yên ku ev qetlîam kirin jî ev bûn: Remezan Îsa Barzanî, Osman Qazî Zaxolî, Elî Helo Sindî û mamoste Şefîq Zaxolî”

Dîsa, kes û kadroyên vê dezgehê, yên ku xwediyê van kiryaran, plan dikirin, birêve dibirin û pêk dianîn jî ev in: Nêçîrvan Îdrîs Barzanî, Fazil Mitnî Mîranî, Qadir Qaçax, Nêçîrvan Ehmed Misîrî, Hemîd Elî Sibîndarî, Receb Nebî Krmafî, Aştî Koçer, Kerîm Qasim Aytonî, Azad Seîdî Kirmafî, Azad Botî, Segvan Reşîd Felek, Tehsîn Kemkî...

Hêj bi dehan kesên ku bi vî rengî çawa ketine ber reşkûjiya vê dezgeha sîxurî ya PDK’ê hîna jî ne ser û ne jî baretên wan tê zanîn...

Çavkanî:

1- MOSSAD li Îraq û welatên derdor û têkçûna hêviyên Îsraîl û kurdan (Şlomo Nedîmon)

2- Nirxandina pêvajoya şoreşa Kurd û ders û ezmûnên hatine derxistin 1961-1975 (Mahmûd Osman)

3- Internet malpera “Kurdistanpost” bîranînên ajanê “Parastin” yê berê (Mihemed Selman Berwarî)

ANHA