​​​​​​​Panorama hefteyê: Li başûrê Sûriyê alozî, peymana Rûsya-Tirkiyê li ser hesabê Ermenan

Di hefteya borî de li parêzgeha Derayê alozî û gûrbûn rû da, Rûsya û Tirkiyê li ser hesabê Ermenan lihevkirinek li ser Qerebaxê pêk anîn, li aliyekî din hewldanên avakirina hikumeta Lubnanê bê nîşane ne.

​​​​​​​Panorama hefteyê: Li başûrê Sûriyê alozî, peymana Rûsya-Tirkiyê li ser hesabê Ermenan
15 mijdar, 2020   03:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojanmeyên Erebî yên hefteya borî bal kişand ser rewşa li başûrê Sûriyê, lihevkirina li ser Qerebaxê û aloziya Lubnanê.

‘HEVRIKIYA RÛSYA Û ÎRANÊ LI DERAAYÊ’

Der barê hevrikiya di navbera Rûsya û Îranê de li Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewsat nivîsî: "Li parêzgeha Deraa (başûrê Sûriyê) bûyeran rû da, piştî ku hêzên rejîmê û çekdarên alîgirên wê û Îranê operasyoneke ewlehiyê li derdora bajarê Deraa li dar xist ku hêzên Firqeya Çaremîn serkêşiya wê dike. Ev yek di çarçoveya hevrikiya di navbera Rûsya û Îranê pêk tê ku her yek hêzên herêmî yên girêdayî xwe bi kar tîne.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku komeke şêniyên herêma rojavayê Deraayê 2 serbaz û 10 endamên milîsên Firqeya Çaremîn dîl girtine.”

BAZARA RÛSYA- TIRKIYÊ LI SER HESABÊ ERMENIYAN

Der barê geşedanên li Qarabaxê de rojnameya El-Ereb nivîsî: "Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dikaribû Serokê Rûsya Vlademir Pûtin razî bike ku dest ji Eremaniyan berde di pêvajoya şerên hefteyên dawiyê yê di navbera Azerbaycan û Ermînyayê de. Paşê jî weke navbênkar xwe da pêş û serpereştiya bazareke bi şerm ji Eremeniyan pêk anî, ku qaşo hevalbendên Mosko yên stratejîk in, ji xwe Erdogan jî hestên xwe yên serkeftinê veneşartin.

Ermenistan û Azerbaycanê bi serpereştiya Rûsya peymana agirbestê li Qerebaxê îmze kirin, peyman serkeftinên leşkerî yên hêzên Azerî diparêze.

 ‘TI NÎŞANEYÊN AVAKIRINA HIKUMETA LUBNANÊ TUNE NE’

Têkildarî rewşa Lubnanê jî rojnameya El-Exbar wiha nivîsî: “Li şûna ku şandeya Fransa ya nû di gera xwe li Lubnanê de însiyatîfa Fransa xurtir bike, xuya ye ku ew dixwaze zanibe bê ka dê bi cezayên Amerîkayê re astengiyên avakirina hikumetê bên derbaskirin an na.”

Rojnameyê wiha domand: “Bi lez hêviyên bi serdana şêwirmendê serokê Fransayê yê kar û barên Rojhilata Jêrîn Patrick Durrell ji Lubnanê re ava bûne, ji holê rabûn. Durrell ku hewl dida însiyatîfa Fransayê aktîf bike, rastî rewşa siyasî ya bi girêk hat ku dikare hemû însiyatîfan ji holê rake, lê tevî vê yekê jî ew bi îsrar ma ku li ser însiyatîfê bê lihevkirin lê belê bêyî ku ti pêşketin di doza hikumetê de çêbibin.”

‘SENARYOYÊN MUHTEMEL YÊN DYA`YÊ’

Derbarê encamên hilbijartinên Amerîkayê de, rojnameya El-Nehar wiha nivisî: “Ji dema serkeftina Joe Biden şemiyê di hilbijartinên serokatiya Amerîkayê de, Donlad Trump binkeftina xwe qebûl nake û gelek endamên Kongresê yên komaparêz jî piştgiriya Trump dikin.”

Trump herî kêm li 5 wîlayetên sereke gilî pêşkêş kirin ku hilbijartin bi awayekî sexte derbas bûne. Li Gorgia ku encam pir nêzî hev bûn, dê dîsa deng bên hejmartin. Dibe ku li wîlayeta Wisconsin jî heman tişt çêbibe. Lê xuya ye ku ew hewldan vala ne û encamên hibijartinan ne pêkan e ku bên guhertin."

Pispor Barry Borden dibêje: “Îhtîmal heye ku Trump bi carekê binkeftinê qebûl neke. Heta niha doz li dijî encamên hilbijartinên 2016`an ku tê de bi ser ket vekiriye. Ji lewra dibe ku heta dawiya emrê xwe li dijî vê yekê derkeve. Dê baş be ku Trump bi binkeftina xwe qebûl bike.”