Ermenên Qerebaxê malên xwe dişewitînin: Em ji Tirkan re nahêlin

Ermenên Qerebaxê berî ku herêm radestî Azerbaycanê bê kirin û ber bi Ermenistanê ve birevin, malên xwe şewitandin û gorên xizmên xwe veguhestin.

Ermenên Qerebaxê malên xwe dişewitînin: Em ji Tirkan re nahêlin
14 mijdar, 2020   19:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî peymana agirbestê ya di navbera Erîvan û Bakû de ya li Moskowayê hate morkirin, deverên berfireh ên ku ji destpêka 1990'an ve di bin kontrola Ermenistanê de ne radestî Azerbaycanê têne kirin.

Di şeva radestkirinê de, şêniyên gundên Ermen beriya ku ber bi Ermenistanê ve birevin malên xwe dişewitînin.

Leşkerek ji gundê Karkhtar ê navçeya Kalbajar ku dê radestî Bakûyê were kirin got: "Îro roja me ya dawî li vir e, sibe wê leşkerên Azerbaycanê werin."

Li gorî AFP'ê ev gund tenê ku li ser sînorê herêma Martakert dikeve dê di bin kontrola Ermeniyan de bimîne, îro sibeha herî kêm 60 mal hatin şewitandin.

Xwediyê malekî got: "Ev mala min e, ez ji tirkan re nahêlim. Em li bende bûn ku mijarê bi dawî bikin, lê dema dest bi vekirina stasyona hîdroelektrîkê kir, me fam kir. Her kes dê îro mala xwe bişewitîne (...) Wan heya nîvê şevê muhlet dane me ji bo em derkevin. Me gorên xizmên xwe veguhestin, azerbayanî dê xirab bikin, lê ev nayê tehemulkirin.. hemû xayîn in."