Lêkolînerekî karên terorê: Dewleta Tirk û Qeter îpotekên xwe winda kirin

Lêkolînerê kar û barên komên terorîst Munîr Edîb got, daxuyaniya Desteya Mezinên Oldarên Misliman a der barê koma Îxwan El-Mislimîn ku tevgera nedîspilînkirî û terorîst e dê bandorê yekser li alîgirên xwe yên dewleta Tirk û Qeterê bike.

Lêkolînerekî karên terorê: Dewleta Tirk û Qeter îpotekên xwe winda kirin
15 mijdar, 2020   05:12
QAHÎRA-EMANÎ EZAM

Rêxistina Îxwan El-Mislimîn a di lîsteya terorê de, li gelek dewletan bi paş ketiye, Desteya Mezinên Oldarên li Erebistana Siûdiyê Koma Îxwan El-Mislimîn terorîst bi nav kir ku nûnertiya xeta îslamê nake û hedefên partîtî yên dijî ola Henefî pêk tîne û xwe bi ol dipêçe.

Beriya daxuyaniya desteyê qelsbûneke mezin a komê li gelek dewletan mîna Lîbyayê çêbû. Koma şaxê Derne ragihand ku rêxistina xwe ji hev kiriye. Fransa rêxistinê dorpêç kir û pereyên wê şopandin û komeleyên wê girtin, li aliyekî din jî Awistriya nêzî 25 milyon Euro ji Îxwan desteser kir. Bi wê re jî tê piştrastkirin ku hêrseke cîhanî ya mezin ji vê komê û dewletên piştgiriya wê ya darayî dikin mîna Qeter û dewleta Tirk heye.

Li gorî daxuyaniya Desteya Mezinên Oldarên li Erebistana Siûdiyê, her tiştê bandorê li yekitiyê yê der barê alîgiriya mislimanan ji fikrên tundraw an jî damezrandina komên girêdayî rêxistinê yan hwd dike de, li gorî pirtûka pîroz û sunê heram e. Di serî de jî ev komên ku hişyarî li ser tê dayîn, mîna koma Îxwan El-Mislimîn, ku koma tundraw e. Ev kom jî fîtneyan di dewletan de çêdike, li welatekî jiyana hevbeş xirab dike û civakên îslamî bi nezaniyê wesif dike.

Desteyê di daxuyaniya xwe de wiha domand: "Ji dema damezrandina vê komê de tişta ku baldariyê bi baweriya îsalmê dike, derneket û bi zanistên pirtûk û sune jî nake. Lê belê hedefa wê xwegihandina li ser desthilatê ye. Ji bilî wê jî dîroka vê komê tijî şer û fîtne ye, ji malzaroka wê komên terorîst ên tundraw derketin û li welat gendelî çêkirin, her wiha sûcên tundî û terorîstî li seranserî cîhanê pêk anîn."

Desteyê di daxuyaniya xwe de lê zêde kir ku tiştê diyar dibe ku koma Îxwan El-Mislimîn komeke terorîst e ku nûnertiya metoda Îslamê nake, lê belê li pey hedefên xwe yên partîtî ye û li dijî ola Henefî ye, xwe bi ol dipêçe, her wiha fîtne, tundî û terorê pêk tîne, divê tevahî ji vê komê hişyar bin, tev li wê nebin an jî pê re ne hestiyar bin.

Li aliyekî din jî serokê giştî yê kar û barên mizgefta Heram û Mizgefta pêxemberî şêx Dr. Abdurehman Bin Abdulezîz Sudeyis bi navê xwe, bi navê îmam, xîtabvan û dibistanên heremên El-Şerîfeyn tişta di daxuyaniya desteyê de hatiye spas kir.

Li gorî malpera serokatiya giştî ya kar û barên heremên Sudeyîs piştrast kir ku Îslam, olekî civakî, navbeynkarî û wekhevî ye. Her wiha her kesê li dijî pirtûka pîroz û hedîsên pêxember tev bigere, cudahî, zirarê dike û li dijî gotina xwedê tev digere.

Ji aliyekî din ve jî wezîrê Kar û Barên Îslamî, Deiwe û Îrşadê yê Erebistana Siûdiyê Dr.Abduletîf Al Şêx bi twittekê hişyarî ji koma Îxwan a terorîst da û wiha got: "Ji zêdetirî 20 salan metirsî li ser ol û welatê me heye." Abduletîf Al Şêx da zanîn ku daxuyaniya Desteya Mezinên Oldaran zelal e û têrê dike û tu kes nikare hincetê li ser bike.

Piştî daxuyaniya desteyê, di haştagekê de"Mezinên Oldaran Îxwan sûcdar dike", haştag li Misir û Erebistana Siûdiyê pir belav bû.

Bi hezaran misirî û siûdî tev li haştagê bûn û idîayên koma Îxwan û rola wan a belavkirina fîtneyê li dewletên ereb di salên dawîn de derewandin.

Girêdayî mijarê Lêkolînerê kar û barên komên terorîst Munîr Edîb got daxuyaniya Desteya Mezinên Oldarên Erebistana Siûdiyê eşkere ye û dê bandoreke mezin bike, nemaze ku deste ji saziyên mezin ên olî li herêma Ereb e. Di encamê de fikra ku koma Îxwan El-Mislimîn "terorîst" e, rewşa rêxistinê eşkere dike.

Edîb ji ANHA'yê re diyar kir ku rêxistina Îxwan ji mirovan re xwe xuya dikir ku rêxistineke îslamî ye û têkiliya xwe bi ol re heye, lê daxuyaniya desteyê ku ji gelek mezinên feqe pêk tê, piştrast dike ku rêxistineke partî ya siyasî û tevgereke olî ya nedîsplînkirina olî ye û ne rewa ye, û dê deste nehêle kes tev lê bibe.

Edîb di dawiyê de got dê saziyên olî yên mezin ên li dewletên ereb li ser şopa Desteya Mezinên Oldarên Erebistana Siûdiyê bimeşin ku li hember tevgerên terorîst bisekinin. Ev jî dê bandorê li dewletên piştgiriya aborî dikin, bike, di serî de jî dewleta Tirk û Qeterê. Bi wê re jî îpotekên wan ên piştevaniya milîs û rêxistinên terorîs winda kirin.

(fr)

ANHA