Li Fransayê êriş: 2 kes hatin kuştin, 1 birîndar bû

Li bajarê Chole yê dikeve rojavayê Fransayê, di encama êrişeke bi alaveke tûj de 2 kes mirin û yek jî bi giranî birîndar bû.

Li Fransayê êriş: 2 kes hatin kuştin, 1 birîndar bû
14 mijdar, 2020   20:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya ''Le Figaro'' ya Fransayê got, di encama êrişa bi alaveke tûjî  de ya li bajarê Chole yê li rojavayê welat hate kirin, 2 kes mirin û yek bi giranî birîndar bû.

AFP’ê li ser zimanê serdozgeriya giştî yê bajarê Angers Eric Puyar wiha ragihand: "Gûmanbarê êrişê hat girtin."

Her wiha destnîşan kir ku çeka di êrişê de hatiye bikaranîn alaveke tûj e û di dema niha de kesê êriş kiriye hîna bi terorê nehatiye tewanbarkirin.

 (fr)