Rêxistineke hiqûqî: Dewleta Tirk a dagirker li gundên êzidiyan ên Efrînê dest bi avakirina avahiyan kir

 Dagirkeriya Tirk li gundên êzidiyan li Efrîna dagirkirî wargehan ava dike da ku çeteyên xwe tê de bi cih bike.

Rêxistineke hiqûqî: Dewleta Tirk a dagirker li gundên êzidiyan ên Efrînê dest bi avakirina avahiyan kir
14 mijdar, 2020   13:44
ŞEHBA

Li gorî agahiyên ku Rêxistinên Mafên Mirovan-Efrînê li ser marpela xwe ya fermî weşandibû diyar kir ku artêşa dewleta Tirk dest bi avakirina wargehan di bi navê "kampa hevkariyê" li gundê Baflonê ya êzidiyan li navçeya Şera kir.

Rêxistinê piştrast kir ku meclisên herêmî yên girêdayî çeteyên dagirkeriya Tirk erd li 70 malbatên ji niştecihên ji gundewarên bakurê Helebê daketine û malbatên çeteyan yên girêdayî dewleta Tirk belav kir da ku li derdora çiyayê gundê Baflonê bi cih bike.

Rêxistinê diyar kir ku Qeter û Kiwêt piştgiriyê dide avakirina avahiyan li gundên Êzidî û finanse dike, piştî ku şêniyên wan gundan ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û ji tirsa pêkanîna komkujiyan ji gundên xwe derketin.

Li gorî çavkaniyên girêdayî Rêxistina Mafên Mirovan, 200 dolar ji her malbeteke çeteyan re hatiye dayîn û erd bê pere li wan hatine belavkirin da ku avahiyên girêdayî xwe lê ava bikin.

Rêxistinê diyar kir ku li kantona Efrînê ya dagirkirî guhertina demografîk bi awayekî sistematik ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, pêk tê. Dagirker malbatên çeteyên girêdayî wê û yên ji herêmên din ên Sûriyê hatine li Efrînê bi cih dike, erdan dide wan û wan finanse dike da ku li malên şêniyên ku bi darê zorê piştî dagirkirina Efrînê hatine koçberkirin, bi cih bibin.

Dewleta dagirker di bin navên mirovî de, bi rêya komeleya “Welthungerhilfe” propogandeya bicihkirina malbatên çeteyan kir û ji bo restorekirina 400 malên li herêmên Ezaz û Efrînê yên dagirkirî projeyek pêşkêş kir, da ku malbatên çeteyan li malên şêniyên Efrînê yên bi darê zorê hatine koçberkirin de bi cih bibin.

Rêxistinê her wiha destnîşan kir ku piştî redkirina 28 rêxistinên hiqûqî û sivîl ji projeya bicihkirinê re, komeleya “Welthungerhilfe” ya almanî ji projeya xwe paşde vekişiye. Her wiha diyar kir ku avakirina avahiyan li bajarê Efrînê yê dagirkirî di çarçoveya berdewamkirina guhertina demografiyê de pêk tê, piştî ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di Adara 2018`an de bajarê Efrînê dagir kirin û zêdetirî 300 hezar sivîlên wê bi darê zorê dan koçberkirin.

 

ANHA