Hêzên Iraqê serçeteyekî DAIŞ`ê li Bexdayê girt

Istixbarata Iraqê serçeteyekî DAIŞ`ê yê bakurê Buhriz li Bexdayê girt.

Hêzên Iraqê serçeteyekî DAIŞ`ê li Bexdayê girt
14 mijdar, 2020   10:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Istixbarat û Lêpirsînên Iraqê diyar kir ku hêzên wan serçeteyekî DAIŞ`ê yê bakurê Buhriz li herêmê El-Dora a Bexdayê girt.

Li gorî daxuyaniya hêzên istixbaratê, çeteyê ku hatiye girtin li xwe mukir hatiye ku ew beşdarî gelek çalakiyên terorîst ên li dijî hêzên herêmî û welatiyan bûye.

(dm)